Cîhan
Mubarek di rikehek hêsin de
Serokê Misrê yê berê Husni Mubarek, herdu kurên Mubarek û wezirê navxwe yê berê li himberî dadgehêne. Husnu Mubarek di rikehek hêsin de anîn dadgehê û bi vî awayî êfada wî tê girtin. Weneyê Husnu Mubarek yê di rikeha hesin de li cîhane hate belavkirin.
Mubarek vê sibehê bi balefirek ambulans anîn Qahire û di rikeha hêsinde derket himberê dadgehê.
Dadgehkirina Mubarek bi rêya ekranên televizyonê li gelek meydanên berfireh yên Qahirê bi zindî tê weşandin. Li ber derê Dadgehê di navbera aligirên Mubarek û yên li dijê wî şer derket.