Polîtîk

Tirkiye rojavayê Kurdistanê topbaran dike

 Hêzên Artêşa Tirkiyê gundênderdora bajarê Hesîça li rojavayê Kurdistanê topbaran dikin.

Li gora daxûyaniya Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve şeva borî gundên Esediyê, Dada Ebdan, El-Bobî û Niwêhat yên nahiya Zirganê topbaran kirin.

Di derbarê ziyanên vê topbaranê de heta niha ti daxuyaniyek ne hatiye belavkirin.

Di dema dawî de, êrîşên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê û herêmên di bin kontrola HSDê de zêde bûne. Di encamê de jî gelek welatiyên sivîl bûne qurbanî

Back to top button