Serokwezîrê Tirkiye Binali Yildirim di konferansek ya çapameniyê de ragihand ku Tirkiye rêya asîmanî ji bo herêma Kurdistanê vedike. Serokwezîr da xûyakirin ku ji îro pêde geştên di navbera Tirkiye û Hewlêr destpê dikin.Yildirim di heman demî de got ku, niha ew geştên bajarê Silêmaniyê ji Tirkye pêknaynin. Sedema vê yekê jî ewe ku jib o ewlehiyê dest geşên Silêmaniyê nakin ji ber ku çalakiyên “rêxistina terorist “ li deverê hene.Di vê derbarê de serokwezîrê Tirkiye got: Weke tê zanîn piştî referanduma Bakurê Iraqê ku bi ti awayekê ne bi dilê me bû, me esmanê xwe girtibû, lê niha hikûmeta navendiya Iraqê esmanê xwe vekiriye, em jî di heman çarçoveyê de esmanê xwe vedikin. Ji îro pê de ji Tirkiyê û Ewropayê dê geştên asîmanî bo Hewlêrê bêne kirin. Lê Silêmaniyê li xwe nagire, ji ber ku li wê derê çalakiyên rêxistina terorê li dijê welatê me têne kirin.