PAKê di şeva 21.03.2018an de li Amedê Newroz pîroz kir. Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik di vê pîrozbahîya Newrozê de axaft:Bi tifaqa netewî , bi ruhê Kawayê Hesinkar divê em li himber zilmê rawestinMustafa ÖzçelikWeke gelek caran em îsal jî Newroza xwe di bin ewrên reş de pîroz dikin.Weke gelek caran bi xweşi û nexweşîyên xwe ve em îsal jî Newroza xwe pîroz dikin.Lê Newroz cejna berxwedanê ye, cejna serhildanê ye, cejna yekgirtinê ye.Newroz ji nû ve vejîn e.Bi Kurd û Ermen û Suryanî, Ereb û Tirkên xwe ve, bi misilman, êzidî, xiristiyan, cihû, elewî û bi hemû dîn û mezhebên xwe ve; gelê me yê cefakêş: Bi hestên xwe yên Kurdistanî dibêjim Newroza we pîroz be.Nûnerên partîyên sîyasî, dezgehên sivîl û ragehandinê, Sîyasetvan, rewşenbîr, hunermend û nivîskarên rêzdar,Xuşk û birayên delal,Kawayê Hesinkar 2630 sal berê, li himber Dehaqê xwînxwar agirê azadîyê pê xist û dawî li zilma wî anî.Lê ji wê rojê heta îro gelek caran KAWAyên nemir agirê azadîyê geş kirine û gelek caran azadî jî , KAWAyên nemir jî di himbêza newrozê de şehîd ketine.Newroz rojekê di himbêza Pîran, rojekê di ya Dêrsimê , di ya Mehabadê , di ya Barzan de şehîd ket.Newroz rojekê di himbêza Helebçeyê şehîd ket.Û îro careke din Newroz di himbêza Kerkûkê de, di himbêza Efrînê de şehîd dikeve.Dijminên miletê Kurd bi kîn û nefreta xwe, peykerê Kawayê Hesinkar li Efrînê hildiweşînin…Rast e em li gel hemû êş û xemên xwe ve, di van şerdên gelek dijwar de derbas dibin.Lê heger em li dîrokâ xwe binerin emê bibînin ku miletê me gelek Newroz bi vê şêweyê derbas kirine.Ez bawer dikim dema ku Kawa yê Hesinkar dawî li zilma Dehaq ê xwinxwar anî, rewşa gelê me ji ya me ya îro ne baştir bû. Roja ku Komara Kurdistanê li Mehabadê şikest xwar û Pêşewa Qazi Mihemed ala Kurdistanê teslîmî Mele Mustafa Barzaniyê nemir kir û ew û 500 hevalên xwe ber bi Sowyetê ve bi rê ketin…wê demê..wê şikestinê..û rewş û helwesta Mele Mustafa Barzani bînine ber çavên xwe..Ez bawer nakim ku rewşa wan ji ya me ya îro baştir bû.Piştî şikesta 1975ê ,rewşa başûrê Kurdistanê û bi giştî ya Kurdan bînin ber çavên xwe…Ez ne bawerim ku rewşa wan ji ya me ya îro baştir bû. Şerdên Hefsa Diyarbakirê yên piştî darbeya 12ê ilona 1980yê bînin ber çavên xwe…. wê zilm û wehşetê bînin ber çavên xwe.. … wî faşîstê Esad Oktay Yıldıran bînin ber çavên xwe …wan şerdên ku nehatibû bîra Hîtlerê faşîst jî bînin ber çavên xwe…Ez dibêjim şerdên Hefsa Dîyarbekirê ji şerdên me yê îro ne baştir bû.Piştî jenosîda Helebçeyê, ya Barzanîyan û Enfalê, rewşa gelê me yê Başûrê Kurdistanê bînin ber çavan..Ez bawer nakim rewşa wan ji rewşa me ya îro baştir bû.Belê me gelek caran ev ewrên reş dîtine.Lê bi berxwedanê, bi hêvî, bi sebir, bi bawerî, bi dilsozî, bi ked û bi têkoşîneke bê westan, gelê me wan ewrên reş belav kirine û tu şika me tuneye û divê tunebe jî, ku emê van ewrên reş yên heyî jî ji holê rakin.Başe ma me çi kiribû ku em tuşî van neheqî, jenosîd û wêranîyan dibin.Belê, ne ji ber ku me tiştekî xerab kirîye evtişt têne serê me.Ne bapîr û dapirên me û jî ne me, tiştekî ku em jê şerm bikin me nekirîye û em nakin jî.Em nevîyên Şêx Seîdê kal, Xalid Begê Cibrî, Îhsan Nûrî Paşa, Seyîd Riza, Pêşewa Qazî Mihemed û Mele Mustafa Barzanîyê nemir in.Em weke bapîr û dapîrên xwe bi dilsozî, bi fedekarî, bi niyeteke paqij, bi hestên netewî li doza azadî, rizgarî û serxwebûna welat û miletê xwe xwedî derdikevin.Lê yên ji van qetlîam û êrîş û kuştin û neheqîyan , ji vê zilmê divê şerm bikin hene.Ewên ku bi sedan sal e miletê me, gelê me dikujin, zilme li me dikin û welatê me di bin nîrê bindestîyê de dipelçiqînin..…belê dive ew ji xwe şerm bikin.Lê heger em weke milet, bi dilekî şikestî û bi hustuxwarî behsa kêmayîyeke xwe , behsa birîna xwe ya dirokî ya kûr bikin … ew jî bêtifaqî, lawazîya hişmendîya netewî , kurmê darê û xincera jahrî ye.Mixabin em nifşên nû jî, em wê nexweşîya bav û kalên xwe her di laşê xwe de zindî dikin, em birîna xwe ya dîrokî her kûrtir dikin.Bi bêtifaqî û bi lawazîya hişmendîya netewî û bi lawazîya hişmendîya dewletbûnê em nifşên nû jî îspat dikin ku bi rastî jî em Kurd in.Lê êdî bes e.Êdî divê em bêjin bes e.Êdî divê em dawî li vê nexweşîyê bînin.Divê em bi hişmendîya netewî, bi tifaqa netewî vê birîna xwe bipêçin.Newroz bila careke din li ber derîyê serxwebûnê şehîd nekeve.Bila careke din ked û xebat û bedel û destkeftîyên me bi wan sîyaset û kiryarên şaş yên ji hişmendîya netewî dûr, di xendek û barîkatan de binax nebin.Bi deh hezaran cangorîyên doza azadîyê bi keda xwe, bi canê xwe nehiştine ala Kurdistanê û doza azadîyê li erdê bikeve. Bila careke din tu kes nikaribe keda wan cangorî û kedkaran, armanca wan a bi rûmet, nirxên wan ên netewî û wê ala pîroz tune bihesibînin, red bikin.Ji bo em bikaribin rê li ber van şikestinan bigirin, gava yekem bi hişmendîyeke netewî tifaqa nav mala me ye. Li Kerkûkê jî, li Efrînê jî, li Mehabad û Amedê jî klilîda ewil ya serkeftinê ev e.Belkî destê me negihêje her derê. Lê ka em ji xwe, ji bakurê Kurdistanê dest pê bikin.Me weke PAK di roja ewil de rêbazek daye ber xwe: Em dibêjin yên dikarin di nav yek partîyê de bibin yek bila bibin yek; yên nikarin bibin yek bila tifaq û hevkarîyan bikin; yên nikarin hevkarîyan bikin bila di nav dîyalogê de bin; yên nikaribin dîyalogê jî bikin bila dijminatîya hevdu nekin.