Cîhan
Dostek ji dil yê Kurda dibe şêwirmendek girîng yê Trump
Serokê Amerikayê Donald Trump da xûyakirin ku,balyozê Amerikayê di Neteweyên Yekgirtî de John Bolton, kir şêwirmendê xwe yê Asayişa Netewiya Amerikayê.Şêwirmendê Trump yê asayîşa Netewî Herbert Mcmaster di bîr û baweriyên xwe de wek Trump nadifikirî û gelek cara nakokî di nava helwestên wan de hebûn. Ji bo vê yekê jî Trump , Bolton tînê şûna MCmaster.John Bolton kesayeteke di dema referanduma serxwebûna Kurdistanê de bi awayek eşkere pişgiirya xwe ji bo referandumê ragihand û herweha dabû xûyakirin ku, serxwebûn mafê kurdaye û ew dikarin li ser pêşeroja xwe biryarê bidin.Bê guman dê ev biryara Trump bandore li siyaseta Amerika ya li himber Îranê û tevahiya siyaseta wan ya Rojhilata Navin bike.