Berê ya çend seatan ji ber peymanek di navbera Enqera û Bexdayê elektrîkên ku ji bo Dihokê dihat hate birîn

Enqere ji ber nûnekirina peymana Enqere û Bexdayê ya li ser elektrîkê, transferên elektrîkê ji kokê ve bir.

Li gor daxuyaniyê Wezareta Elektrîkê îro seat 14.00’an de danûstendina elektrîkê ya Tirkiye û Herêma Kurdistanê hate qutkirin.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku Wezareta Elektrîka Kurdistanê ji bo kirîna elektrîka Tirkiyeyê ji demekê dirêje ku li ser navê Bexdayê hewldanên mezin dida lê encamekî erênî  bidestnexist.

Di heman demê de li ser mijara elektrîkê jî hate sekinandin ku ji ber bidawî kirina pirsgirêkên elektrîkê amadekariyek mezin hate kirin û ji bo vê jî santralên elektrîkê hate sazkirin. Herêma Kurdistanê digel santralên elektrîkê neçariya li hemberê Bexda û Enqereyê jî dê bidawî bîne.

Nêrînek

  1. Bila ji Bashûriyan re bibe ders. Eyb e mirov di nava ewcend dewlemendiyê de nekaribe elektrîka xwe bi xwe hilberîne.\r\n\r\nTirkiye elektrîka xwe li Bakurê Kurdistanê hildiberîne û viya difiroshe Kurdan, hey gidî felek..\r\n\r\nQet nebe dikarin ji bayê, tîna rojê ûêd. elektrîkê hilberînin. Derfeta we ya termîkenergiyê jî heye, dikarin bendavên termîk chê bikin.\r\n\r\nLê wekî “yalelî” ya Ereban, teraliya we jî bidawî nabe. Hûn ketine xeyalên shêxên Ereb ên kendavê. Ev xeyal nahêle hûn realîst bifikirin, nahêle hûn werin ser hemdê xwe, nahêle hûn di karên xwe de serbixwe bibin.\r\n\r\nDeng ji ciwanên Bashûr jî dernakeve. Civakek ewchend teral, oforîk nabe, bi xeter e.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: