Barzanî: Mamostayên olî nabe fetwaya kuştina xelkê bidin
Di kombûnê da, Sadata Pîr Xidir ji bo rexsandina vê derfetê spasî serok Barzanî kir û tîşk xiste li ser dîroka serhildan û têkoşîna Sadata Pîr Xidir û çawayiya damezrandina navendên rewşenbîrî û civakiyên Sadata Pîr Xidir û ragihandin ku bav û bapîrê wan û nifşên niha ya Sadat di rêya vekirina xwendingehên olî, tekkiye û malên xwe de herdem li xizmeta xelkê Kurdistanê da bûne. Ji bo îrşada olî, karê baş, xwedaperestî û çareserkirina pirsên civakî û bi sedan zilamên zana, edîb, şa’îr û nivîskar jê sûdmendbûne û ji bona Kurdayetiyê jî xwedî dehan û sedan şehîdên diyar û naskirîne.
Serok Barzanî rola Sadata Pîr Xidir li tevgera rizgarîxwaza gelê Kurdistanê û xizmetkirina bi ola pîroza îslam û çareserkirina pirsên civakî de bilind nirxand. Barzanî hêvî xwest ku ev navend di xizmetkirina civaka Kurdistanê de serkeftî be û herdem erkên li ser milên xwe bi baştirîn awayî bi cîh bike. Her wiha serok Barzanî ragihand ku herdem dûvdaçûn ji bo çalakiyên vê navendê hebûye û rêbaza wê jî hem di ruyê olî û hem jî li ruyê civakî de bi rêbazekî pîroz da zanîn û ronahî kir ku rola wê di hevdûnêzîkkirina ol û nîştiman mezine û ewê dilsozê ol jî be helbet dilsozê nîştimana xwe jî dibe.
Serok Barzanî di axavtina xwe de got:
– Ji bo wê yekê dixwazim navenda we roleke berbiçav di perwerdekirina takekesê kurd li ser bingeheke rast û dirûst de bibîne. Kurdistan welatekî dewlemende û li sayeya xebata Pêşmerge û xwîna şehîdan em îro gihîştine qonaxeke gelek pêşkeftî û destkeftên mezin jî bi dest ve hatine. Ji bo wê yekê parastina wan destkeftan, bêyî cûdahiya nêrîn û ramanên siyasî, erkê li ser şanê hemû take keseke vê Kurdistanê ye.
– Me bawerî bi proseya hilbijartinê heye û nabe ezmuna xwe li gel rûdawên Tunis beramber bikîn. Em bi rêya tank û zordariyê nehatine ser desthilat, belku bi rêya hilbijartinê ve hatîne û kî li paşarojê de bi hilbijartinê dibe bila desthilat jêra pîroz be.
– Welat welatê me hemûyane û ne tenê mulkê grupek û take keseke. Ez dizanim hûn li nav xwe de li ser çend grupeke siyasîne, lê belê li meseleyên neteweyiyan da yekin ku eve jî cihê şanaziyê ye.
– Opozîsyon mafê xwe heye rexne li desthilatê bigrê lê belê li çarçêweya yasa da û heman demî de desthilat jî mafê xwe heye parastina xwe bike. Lê belê bi heman çarçêweya wê yasayê da cûdahî nabê bigihe radeya dijminkariyê. Desthilat û opozîsyon her du jî kurê vî mîlletîne û divê pêkve hewl bidin birayetiya di navbera wan de têk neçê. Ji ber ku eger mala Kurd yek nebêe rewş têk diçê û nehez jî sûd ji vê derfetê werdigrin.
– Nivîskar azadin ku çi binivîsin, lê belê nabe hêlên sor li nivîsên xwe de bibezînin û axaftinên ne şîrîn li ser tiştên pîroz de bikin. Mamostayên olî jî mafê xwe heye xelk îrşad bike, lê belê nabe bi keyfa xwe fetwaya tekfîr û kuştina xelkê bide. ji bo wê yekê pêwîste her du alî rêz li hevdû bigrin û hevsengiyê rabigrin û nehêlin şîrazeya(struktur) civaka Kurdistanê têk biçe.
– Di bernameya min da heye li gel mamostayên olî û nivîskar û her wiha hemû hizb û aliyên siyasiyî jî kombikim bo ku wê cûdahî û derza ku ketiya navbera wan de nehêlin.
Di dawiya civînê de, Sadata Pîr Xidir bi bîra serok Barzanî anî ku li hevdîtineke di navbera wan û birêz Celal Talebanî de rêzdar wê yekê xiste rû ku wî bi xwe û serok Barzanî herdem pişt û penaya Sadata Pîr Xidir dibin û di vî warî de serok Barzanî tekez li ser wê axaftinê kir ku serok Talebanî kiriye û soz jî da ku ji bo bi destxistina armancên wan piştevan û yarmetîder dibin