Cîhan

Vatîkan: Bila pêkvejiyana Kurdistanê bigihîte Îraqê jî

Geyorgiyo Lingway nûnerê Papa yê 16ê. Benedikt yê li Îraq û Urdunê, bi serokatiya şandeyeke bala ji mesîhîyên Îraqê, serdana wezareta ewqaf û karûbarên olî ya hikûmeta herêma Kurdistanê kir û ji aliyê Kamil Hacî Elî wezîrê ewqaf û karûbarên olî û Xalid Ceml rêvebirê giştiyê karûbarên mesîhîyan li wesareta ewqafê ve hat pêşwazî kirin.

Di dîdarekê de wezîrê ewqafê kêfxweşiya xwe li heber serdanan nûnerê Papa yê16ê. Benedikt yê li Îraq û Urdunê bo herêma Kurdistanê diyar kir û bi kurtî behsa siyaseta wezareta ewqaf û karûbarên olî û pêkvejiyana hemû pêkahatên olî li herêma Kurdistanê kir.

Wezîrê ewqaf û karûbarên olî di axavtina xwe de got ku di dîroka Kurdistanê de pirsgirêka olan û mezhaban nebûye, hemû dîn û mezheb û netewe bi aşptî û biratî li Kurdistanê jiyane û dijîn.

Herwesa Xalid Ceml rêvebirê giştiyê karûbarên mesîhîyan li wesareta ewqafê di peyvekê de bi navê hemû mesîhîyên Kurdistanê bixêrhatina Geyorgiyo Lingway nûnerê Papa yê 16ê. Benedikt yê li Îraq û Urdunê û şandeya pê re kir û daxaz ji Geyorgiyo Lingway rastiya herêma Kurdistanê ya di warê pêkvejiyana olî de bigihînîte Papa yê16ê. Benedikt û daxaz kir ku Vatîkan piştevaniya herêma Kurdistanê û tecrûbeya wê bike. Herwesa hijmareke belgenameyên dîrokî li ser pêkvejiyana misilman û mesêhîyan li bajarê Hewlêrê pêşkeşî nûnerê Vatîkanê kirin.

Ji aliyê xwe ve nûnerê Vatîkanê pesna hevsozî û lêbihurîna gelê kurd , serokê herêma Kurdistanê û hikûmeta herêma Kurdistanê kir û hêvî kir ku ew tecrûbeya pêkvejiyanê bigihîte hemû deverên din yên Îraqê.

Weke tê zanîn serdana Geyorgiyo Lingway nûnerê Papa yê 16ê. Benedikt yê li Îraq û Urdunê dengevedaneke mezin hebû û ji aliyê mediya navxweyî, erebî û cîhanî bi giringî ve dihat şopandin.

Back to top button