Cîhan

Li Misrê xwepêşandanên sivîl: 60 kesan brîndar bûn

Li gelek bajarên Misrê xelk li qad û kolanan xwepêşandanên li dijî hikumetê lidarxistin û di encamê de 60 kesan brîndar bûn.

Di serî de paytaxta Misr Qahîreyê û li bajarên Îskenderiye, Asyut, Suez û Arîşê ji aliyê gelek partiyên siyasî û rêxistinên sivîl xwepêşandanên bi navê ‘’bêîteatiyê sivîl’’ lidarxistin û di encamê bûyeran de 60 kesan brîndar bûn.

Li Qahireyê 3 hezar kes xwestin ku bikevin Avahiya Parlementoyê lê ji aliyê polêsan hatiye astengkirin. Li ser vê yekê xwepêşandêran bidaran êrîş kirin li ser polêsan û kevir barandin. Çavkaniyên polês dan zanîn ku di nawa kesên brîndaran de polês jî hene.

Şahîdên bûyeran îdia kirin ku li bajarê Qahîre, Îskenderiye û Arîşê nêzîkî 100 kesan ji aliyê polêsan ve hatin binçavkirin. Polesên Qahîrê di serî de li ber Balyozxaneya Erebîstana Siudî û li ber Balyozxaneyên Dewletên Yekbûyî yên Emerîka, Îngîlitan, Îsrael û Rûsyayê ewlekariyên xwe zêde kirin.

Xwendekarên Qahîre û Ayn Şemsê bi dirûşmên ‘’Em Azadî dixwazin, Husnî îstîfa’’ qiriyan.

Li Îskenderiyê jî nêzîkî 20 hezar kes tevlî xwepêşandanên sivîl bûne. Di xwepêşandanên Îskenderiyê de polês mudaxele nekir lê kesên ku li ser polêsan êrîş kirine hatin binçavkirin.

Hate diyarkirin ku xwepêşandanên li seranserê Misirê dê hetanî sibê bênavber bidome. Li Qahîreyê di navbera polês û xwepêşandêran de sekna hêrsoyî didome.

Back to top button