Dibe ku ji sisêyî dido ya Emerîka tine bibe

Hate diyarkirin ku mezintrîn agirpija cihanê ya li Emerîkayê Yellowstonê ji sala 2004’an û vir ve bi awayekî zêde har bûye û piştî teqînê dibe ku ji sisêyî dido ya Emerîka nayê jiyandin.

Li gor nûçeya Daily Mailê bingeha agirpija ya bi navê Yellowstonê di 3 salan de 22.5 santîmîtro berz bûye û hate diyar kirin ku ew jî piştî sala 1923’yê di nîspetekê herî xeterî de ye.

Agirpija Super ji 640 hezar salan û vir ve neteqiyaye û ew jî tirsa zanyarana. Lê zanyaran dan zanîn ku agrirpija Yellowstonê di 2.1 milyon salan de 3 caran teqiyaye û ji ber kêmaniya zanînê ne mimkûne ku ji bo dema teqînê pêşbîniyekî bihête kirin.

Lê belê ger teqînekî pêkwere xeteriyên teqînê li seranserê Emerîkayê bigre bin tesîra xwe.

Hate gotin ku piştî teqîna berê ya 640 hezar salan 30 teqînên biçûk jî pêkhatiye û piştî wan teqînan, teqîna herî dawî jî 70 hezar sal berê pêkhatiye.

Nêrînek

  1. Sêsêsê, dududu hwd nabe. Navên hejmaran di komên Îraniyan de yek in. \r\n\r\nYek, Yew, (Li hin devokan bo bêjeya “Zo”, “Jo, Jû” jî dibêjin.\r\n\r\nDu (Ne dududu, dudu, didu, dido, didi ûêd, Evana ji karakterê ekolaliya dengan, bilêvkirinan tê, bo mînak gavgav, malmal, teqteq hwd. Ji bo guhdar fêhmbikin di bilêvkirinan de dubarekirin dibin).\r\n\r\nSê (ne ku sêsêsê, sêsê, sisê, sisi ûêd. Zo û fer û her im\r\nDar im ber im ter(r) im\r\n\r\nGelek hejmartinên lîstikê yên zarokan heye. Zo ye fer e yan her e, ango sê ye. Zaza jî wiha bikartînin. Di Îngîlîzî de Tree, Almanî de Drei ye, ji yek kokê ye.\r\n\r\nMa em:\r\n\r\nChar bikin “charchar”?\r\nPênc bikin “pêncpênc”?

Nerîna min :