Cîhan

Tirkiye dişewite…!

Serokatiya Rêveberiya Rewşa Afet û Lezgîniyê (AFAD)der barê şewata daristanên li Îzmîr, Aydin, Bolu, Muğla û Manîsayê da daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li van parêzgehan 90 balafir, 4 hezar û 717 karmend û 1218 wesayît beşdarî xebatên vemirandina agir bûne. Hat ragihandin ku bi giştî 3 hezar û 583 welatî ji bo tedbîrê ber bi herêmên ewle hatin veguhestin.
AFADê der barê şewata daristanan a li 5 parêzgehan da daxuyanî da. Hat diyarkirin ku bi tevahî 3 hezar û 583 welatî bi tedbîrê sewqî herêmên ewle hatin kirin.

Di daxuyaniya ku li ser hesabê medyaya civakî ya AFADê hat dayîn de hat diyarkirin ku ji bo şewatên ku li gelek deverên welêt diqewimin kontrol bikin xebatên midaxeleyî yên hemû saziyên pêwendîdar ji hewa û bejahiyê bênavber dewam dikin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Li Îzmîr, Aydin, Bolu, Mugla û Manîsayê 90 balafir, 4 hezar û 717 personel û 1218 wesayit tevli xebatên bersivdayina şewatê dibin. Bi tevahî 3 hezar û 583 welatî ji bo tedbîrê ber bi herêmên ewle hatin veguhestin.”

Hat ragihandin ku, sedema şewatê kesên ku derketine seyrana ne. Şewat li hinek taxên Îzmîrê gihat avahiyan..

6 KES TÊN BINÇAVKIRIN 3 KES TÊN GIRTIN.
Yumakli ragihand ku ji bo girtina 3 kesên têkildarî şewatên li Îzmîrê xebat didomin, li Odemişê 2 û li Boluyê jî 4 kes hatin binçavkirin. Yumakli, diyar kir ku der barê sedema şewatê de sabotajek nehatiye tespîtkirin û got, “Eger tespîtek hebe, dê werê ragihandin.”

Back to top button