Blinken ji bo dîplomasiya agirbestê diçe Îsraîlê
Hat ragihandin ku Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Antony Blinken di 17ê tebaxê de diçe Îsraîlê û li ser rewşa dawî ya li ser danûstandinê agirbesta li Xezeyê û gavên dîplomatîk ên pêş havditina bike.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Derva ya Amerîkayê da hat diyarkirin ku Blinken 17ê Tebaxê roja şemiyê wê biçe Îsraîlê.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Blinken dê bi hemtayên xwe yên Îsraîlî re rewşa heyî ya derbarê pêvajoya agirbesta li Xezeyê û gavên dîplomatîk ên pêş de biaxive.
Di nûçeyên di çapemeniya Îsraîlê de hat weşandin de hat gotin ku tê payîn Blinken di 18ê Tebaxê de were Îsraîlê û 19ê Tebaxê roja Duşemê bi Serokwezîr Benjamin Netanyahu re bicive.
Tê çaverêkirin ku di serdana Wezîrê Derve yê Amerîkayê de, danûstandinên pevguhertina girtiyan û agirbesta di navbera Îsraîl û Hemasê û aloziya ligel Îranê were gotûbêjkirin.
Hat destnîşankirin ku Blinkenê ku tê payîn ku “zextê” li Netanyahu jî bike ku agirbestê qebûl bike, dibe ku serdana Qatar û Misirê jî bike.
Duh û îro li Dohaya paytexta Qeterê bi mebesta pevguhertina girtiyan û pêkanîna agirbestê li zîvala Xezayê di navbera Îsraîl û Hemasê de danûstandin hatin kirin.
Heyet bi serokatiya Serokwezîrê Qeter û Wezîrê Karên Derve Şêx Muhammed bin Abdurrahman Al Sanî, Midûrê Ajansa Îstixbarata Navendî ya Amerîkayê (CIA) Bill Burns, Dîrektorê Îstixbarata Misrê Abbas Kamil û Dîrektorê Mossadê David Barnea beşdarî danûstandinên li Dohayê bûn.