Polîtîk
Emar Hekîm pîrozbahiyê li Serok Barzanî dike
Serokê Tevgera Hîkmeyê ya Niştîmanî Emar Hekîm, li ser hisaba xwe ya tora civakî ya Xê di daxûyaniyekî de got: “Di bîranîna 78 saliya damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê de, em pîrozbahiyê li Serok Mesûd Barzanî, kadir û cemawerê PDKê û hemî gelê xwe li Herêma Kurdistanê ya xweşevî dikin.”
Di beşek din a peyama Serokê Tevgera Hîkmeyê ya Niştîmanî dedibêje: “Ev helkeft şahida jidayikbûna qewareyeke siyasî bû, ku dîroka xebata wê li dijî diktatorî bû ji bo avakirin û çespandina ezmûna demokrasiyê li Îraqê. Ev jî derfetek e ji bo çespandina peywendiyên biratî û dostîniyê di navbera gelê Kurd û pêkhateyên din ên Îraqê de, ji bo parastina wan destkeftiyan ên ku dewlet serê xwîna şehîdan hatine bidestxistin.”