Cîhan

Parlementoya Tirkiye de şer derket

Parlementoya Tirkiye ji bo Can Atalay îro civiya. Can Atalay di doza Park a Gezî de girtiye û di girtigehê de ye. Can Atabay di girtigehê de ji Partiya Karkerên Tirkiye (TIP) wek parlementer hate hilbijartin. Lê ji aliyê Parlementoyê ve parlementeriya wî nehat pejirandinû ew di girtigehê de ma.

Îro parlemento ji bo rewşa Can Atalay civiya. 

Di civînê de parlementerê TIPê Ahmet Şik axvtinek kir û di axavtina xwe de got: “Li vir ne hewce ye ku em behsa prosedurê bikin. Li welatekî ku bêhiqûqî bûye kevneşopî, ez qanûnê ji we re rave nakim. Gotinên ku em herî zêde ji we dibihîsin, yên ku hûn xelkkekî pê dixapînin,bi şarlatanîzma weya dînî, bi neteweperestiya we ya sexte û yên ku diziya we asayî dibînin, fesad û bêhiqûqiya we re wek welatiyên meqbûl dernaxin dixapînin. Herî gotinên ku em ji we dibihîsin,’xayin’ û ‘Fetocî’ ”qatil” û ”Teroriste”. Hûn ji Can Atalay re dibêjin terorîst divê her kes zanibe ku rêxistina terorê ya herî mezin a vî welatî ew kesên ku di vê rêzê de bi mafyaya xanedaniyê re dewlet hilweşandine û terorîstên herî mezin li vir in.”

Parlementerên AK Partiyê destê xwe li maseyan dan û Şik şermezar kirin axvtina wî sekinandan. Şik axavtina xwe berdewam kir û got: Feydeya we hemûyan wek ya Can Atalay nagihe vî welatî. Dema Şik axavtina xwe berdewam kir, parlementerê AKPê Alpay Özalan heta podiumê meşiya û li Şik xist. Piştî êrîşa Özalan şer derket.

Back to top button