Civak
Tirkiye devera Zaxo topbaran kir
Leşkerên Tirkiye di van çend rojên dawî operasyona berfireh dikin û taybetî li tixûbê Kurdistan a Başûr operasyonan zêde dikin. Doh danê êvarî, hêzên çekdarên Tirkiye Gelîyê Pisaxa yê li qezaya Zaxo topbaran kirin û hevwelatîyekî 50 salî birîndar bû.
Li devera gundên Derkarê û Kelokê gelek ziyan gihaye male xelkê û tirsek mezin li xelkê deverê re peyda bûye.