Polîtîk

Baydemîr: Ti cudahiya PKK û KCK nîne

Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr doh şev pirsên televîzyona HABERTURKê bersivand û ji bo KCK jî got : ‘’Serokê Konseya Reveberiyê KCK Murat Karayilane. Madem Murat Karayilan Serokê KCKê ma ez çawa dibim endamê KCK ? Sucên ku di derhaqa min de hatine gotin ti şîdet û tundûtijî nine.Ti girêdayiyê min digel KCK nîne. Çima ji 39 salê re hatim darizandin ? Jixwe KCK PKKye. PKK navê xwe guhert û bû KCK.

Xebatkarên demokrasiyê û çalakvanên siyaseta legalê hatine binçavkirin û wan wekî illegal hatin nîşandan û niha jî têne darizandin. Pêşîvebûna siyaseta legal ne ew e. Encamê Operasyona li ser KCK jî fiyasko bû.

PKK rola xwe lihistiye. Êdî rol û xebat di destê siyesata legalê de ye. Lê divê pêşiya siyaseta legal jî , ji aliyê dewletê ve vebibe. Di dawiyê de jî PKK  ji çiyayê bên xwarê, heta niha min hêviya xwe winda nekir. Divê dewlet îkna bike û ew jî ji çiyayan bêne xwarê.Dema ku hatin xwar û destpê xebatê siyasî kirin hinek PKKyî di CHPê de hinekî din jî di DTP ê de cih bigrin. Pêwîste ku em ji vê rewşê aciz nebin.

Baydemîr balkişand li ser qedexekirina derketina derveyê welat û got : Ger ez bixwazim dikarim derkevim derveyê welat , dikarim bi dizî herim lê ez naçim. Ez li vê welatê ji dayik bûm û mirina min jî li vir bibe. Ez êşa welatê xwe nadim şîrîniya welatên din .

Em ne alîgirê perçekirina Tirkiyeyê ne. Sedema êş û travmayên 70 salên Tirkiye jî ji ber tirsa perçebûnêye. Di zanîngehekî de jî li ser pirsgirêka Kurd raporekî nehate amadekirin. Xweseriya me ne tenê ji bo Amedê ye her wiha ji bo herêma Karadenîz û herêmên dine jî . Hêz û enerjiyên xwe ji bo astengkirina hevûdu xerc nekin.

Back to top button