Polîtîk

Serokê APAHK serdana Libnanê kir

 Serokê Ajansa Parastina Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî, serdana Libnanê kir û serokê wezîrên Libnanê Saed Elherîrî û berpirsên hukûmeta Libnanê, pêşwazîya wî û şandeya pê re kirin.. Mesrûr Barzanî û Saed Elherîrî di vê dîdarê de behsa rewşa siyasîya niha ya Iraqê û prosesa pêkanîna hukûmeta nû ya Iraqê û rewşa herêma Kurdistanê kirin.

Di beşekî dinê vê dîdara navbera Mesrûr Barzanî û Saed Elherîrî de, behsa peywendîyên navbera Libnanê û herêma Kurdistanê hat kirin û hat daxwazkirin, ku girêdanên navbera berdu alîyan xurtir bibin.

 

mesrur_u_Emin_cumeyil_456847072.jpg

Her di çarçêweyê vê serdana xwe de, Mesrûr Barzanî dîdarek bi serokê Partîya Ketayib a Libnanî Emîn Elcimeyil re jî pêkanî û hat daxwazkirin, ku hukûmeteka hevpişka niştimanî li Iraqê bihê damezrandin.

Di van dîdar û kombûnên serokê APAHK Mesrûr Barzanî de yên bi berpirsên Libnanî re, tekezî li ser hebûna peywendîyên dîrokîyên navbera gelê herêma Kurdistanê û gelê Libnanê hat kirin û daxwaza berdewambûna van peywendîyan hat kirin.

jomblad__11_183907465.jpg

Li paytextê Libnanê bajêrê Beyrûtê jî, Mesrûr Barzanî dîdarek bi serokê Partîya Sosiyalîsta Pêşkevtinxwaz Welîd Canpolat re saz da û tê de, bi berfirehî behsa rewşa siyasîya Iraqê û herêma Kurdistanê hat kirin û herdu alî jî li ser giringiya pêwendiyên dîrokî ku di navbera wan de heyîn sekinîn..

Back to top button