Cîhan
Trajediyek Civakî
Du malbatên ereb ji Sûrî zarokên xwe yên 3 – 5 salî nîşan kirin. Malbata Xalidê ku temenê wî 5 salin, li ser daxwaziya Xalid jêre keçek 3 salî xwestin . Herdu malbat hatin ba hev û dezgîran a van zarokan kirin. Zarokan bi xwe gustîlkên nîşanê kirin di tilîyên hevudin de.
Babê Xalidê zava, ji Gulf News re da xuyakirin ku, Xalid hij Hala kiriye û ev daxwaziya xwe ji mere gotiye. Me jî li gel malbata Hala kiset kir û em lihevhatin. Ew niha nazevicin. Heta xalid bibe 15 salî dê nû bizewicin. Yanî piştî 10 salên din. Piştî deh salan Xalid dibe 15 salî û Hala dibê 13 salî.
Ev bûyer ji aliyên gelek pisporên civakî ve wek trajediyek civatî tê nirxandin. Tê gotin ku gelek bûyerên bi vî awayî li welatên paşdemayî hene.