Tatlises strana ‘Aştî’ yê da nasîn (Vîdeo)

 

Li gora nûçeya Aknews, hunermend Îbarhîm Tatlises, behsa strana xwe ya bi navê “Aştî” kir ku ji bo piştgirî li çareseriya pirgirêka kurd gotiye. Tatlises, wêneya xwe ya ku digel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kişandiye jî nîşan da.

tatlıses barzani fotoTatlises şeva borî beşarî bernameya NTVê ya zindî bû û behsa albûma xwe ya nû kir. Tatlises strana xwe ya bi navê “Aştî” jî xwend.

Tatlises diyar kir, ew di civîna Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan digel hunermendan de ya derbarê “Pêşîvebûna Demokratîk”, ji nêzîkaktiyê Erdogan gelekî tesîr bûye û strana Aştî jî li ser wê ruhî nivîsandiye.

Her wiha Tatlises behsa hevdîtina xwe digel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Hewlêrê kir û wêneya ku bi Barzanî re kişandibû, nîşan da.

Tatlises got, divê her kes ji bo aştiyê kar bike û xwîn bê seikinandin.

 


Kerembikin guh bidin strana Ibrahim Tatlises

Nêrînek

  1. Me jî xwar, haho.. Di salên 90î de qirra Kurdan bû û Tatlises berê di partiya Ataturk CHPê de qasho diceriband ku bikeve parlamenê. \r\n\r\nLi Enqereyê di destek wî de ala Tirk, di yê din de amblema CHPê li ser otobûsê silav dida xelkê. Di mîkrofonan de ji sed bavê Kurdan re dijûn dihatin dayîn. Viya bi milyonan kesan temashe kiriyem dizane.\r\n\r\nDûv re ket partiya Cem Uzan. Cem Uzan, ji Kerkûkê re bi zanebûn digot KERKURD. \r\n\r\nTatlises tevlî kujtina karsazên Kurd jî bûye ku wê demê lîste dihatin chêkirin, ji Tatlises jî îstîxbarat hatiye stendin. Ev ne îdiayek e di darizandinan de bi fermî derbas dibe.\r\n\r\nTatlises ji berê de dostê Mehmet Agar bû ku hûn hemî dizanin ew kî ye. Di dema darizandinên Susurlukê de Tatlises jî hate darizandin.\r\n\r\nDarizandinên Sauna cetesi hêj jî aktual in. Tatlises tevlî firotina kokakînê bûye û pereyê wê jî dane dewletê. Ev planeke dewletê bûye. Herwiha wêneyên wî yên di civînên bi mafyaya Ulkucu (fashîstên Tirk) re jî di chapemeniyê de cihê xwe girt.\r\n\r\nHûn Bashûrû nizanim chima wisa dikin, mirovên wiha Kurd-dijmin dipesinînin.\r\n\r\nShivan Perwer li Bashûr bi qasî Tatlises qîmetê nabîne. Yekê Bahûr digot bo me Tatlises wekî pêxemberek e. Min jî got bash e, ez ne ji ummeta we me. Helbet me bi hev henek kir.

Nerîna min :