Civak

Tirkiyê bombebaran kir 2 hemwelatiyan jiyana xwe ji dest dan

Li devra Akrê ya ser bi parêzgeha Duhokê, di encama bombebarana balefirên artêşa Tirkiyê de 2 hemwelatiyên sivîl şehîd bûn.

Li gor zanyariyên agahiyan li Dola Nehle ya nêzîk Çiyayê Pîrîs a ser Dînarte ve,  ji ber bombebarana balefirên şer ên artêşa Tirkiyê hemwelatiyên sivîl ku jin û mêrên hevbûn jiyana xwe ji dest dan.

Hat zanîn ew herdu jin û mêrên ku hevserê hev navê wan Cehfer Celal ê temen 58 salî û Sinê Mihemed a temen 47 salî ye û mijûlê karê sewal û heywandariyê û mêşvaniyê bûn û ber bombebarana balefirên şer ên artêşa Tirkiyê ketin û herduyan jiyana xwe ji dest dan.  

Back to top button