Cîhan

Civîna danasîna kitêba RÊBAZ

Roja 26.01.2025an de li pirtûkxaneya Kurdî ya li welatê Swed û bajarê Stockholmê civîna danasîna berhema nivîskarê bakurê Kurdistan ya Bûbê Eser ya b navê Rêbaz, pêk hat.

Civîn ji aliyê Serhad Eser bi yek deqê rawestandina ji bona rêzgirtina li şehîdên Kurdistanê hate vekirin. Piştî axatineke kurt û bi xêrhatina mêvanan wî gazî Halûk Agrîn kir ku axaftina xwe ya li ser RÊBAZ ê bêje. Piştî bidawêhatina axavtina Halûk Agirîn, Seroka Yekitiyia Nivîskarên Kurd li Swêdê, Nesrîn Rojkan, axaftina xwe kir.

Dûre nivîskarê kitêbê, Bûbê Eser, û moderatorê civîna birêz Nasrat Hacî ji bona rêvebirina civînê cihê xwe girtin. Civînê bi şoreveke kin, têbinî û pirsên Nasrat Hacî û bersîvên nivîskar dawî lê hat.

Piştî herdu birêzan, pirs û têbiniyên beşdaran hate wergirtin û guhdarîkirin. Rexneyên wan hatin bersivandin. Civîn bi rengekî bi awayekî baş û serketî dawî lê hat.

Ji bona bêhnvedanê vexwarina çay, qahwe û îmzekirina pirtûkê dawî li civînê hat.

Weke tê zanîn, nivîskarê kurd, Bûbê Eser, kitêba xwe ya nû bi navê (Rêbaz) nivîsiye û di vê kitêbê de gelek bi berfrehî behsa pirenisîp û bingehên rêbaza Barzanî dike.

Kitêb bi kurmanciya herfên latînî bi berfrehî li ser rêbaza pîroz nivîsiye ku heta nuha gelek kêm bi kurmanciya herfên latînî li ser rêbazê hatiye nivîsîn. Ev berhem bi tenê behsa rêbazê ji aliyê neteweyî û kurdbûn û dewletibûnê ve nake, lê li ser çend warên jiyanê parve dibe û her beşekî bi berfrehî şrove dike, wek mînak; di rêbazê da jîngeh, di rêbazê da pêkevejiyan, di rêbazê da ziman, di rêbazê da wekhevî, di rêbazê da jin, di rêbazê da soz û qerar, di rêbazê da tifaq û di rêbazê da ala û di rêbazê da xweneçemandin û gelek warên din di nava rûpelên xwe da himbêz dike.

Back to top button