Polîtîk

Ji bo avakirina kabîneya dehem têgihiştinek baş heye

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîr dibêje, têgihiştinek baş heye ji bo pêkanîna Kabîneya Dehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Fewzî Herîrî derbarê pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê de daxûyakirin ku, her tim pirsgirêk di peywendiyên Hewlêr û Bexdayê de hebûne, lê Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî hewl dide wan pirsgirêkan çareser bike, lê tevî wê jî, fişareke mezin li ser wî heye û carinan soza xwe bicih nake.

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê eşkere kir, hikûmeta Iraqê gelek pere ji bo projeyên curbicur xerc dike, lê naxwaze ye behra Kurdistanê bide.

Li ser pirsa Kabîneya Dehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Fewzî Herîrî ragihand, ji bo pêkanîna kabîneya dehem lihevkirinek baş heye. Herwiha got, dibe ku berî cejna Newrozê kabîneya dehem bê avakirin.

Got jî, ew geşbîn e derbarê encamên civîna aliyan de, her çend berî niha dihat gotin ku kabîneya nû hat pêkanîna hilbijartinên Iraqê tê paşxistin, lê niha atmosfereke erênî heye û alî tekez li ser pêkanîna kabîneya nû dikin.

Back to top button