“Heta niha, ji serokatiyê tiştek nehatiye“

Hevseroka Konseya Rêveber a KCKyê Besê Hozat daxûyakirin ku, heta ev merc neyên pêkanîn Ocalan nikare bang li civakê bike û peyamekê belav bike.
Besê Hozat ji Medya Haberê rya girêdayî PKKê re axivî .
Hozat dibêje:
“Heta niha, ji serokatiyê tiştek nehatiye. Yanî ne name, ne jî peyameke rasterast nehatiye.
Em li bendê ne ku dê bê. Gava ku hat em dê binirxînin, em dê li gorî wê tevbigerin, em dikarin vê bibêjin lê heta niha nehatiye.
Em difikirin ku dê were û em li bendê ne.”
“Ma rewatiya banga di bin şert û mercên tecrîdê bê kirin heye?”
Besê Hozatê eşkere kir ku Tirkiyeyê ji bo pêvajoyê ti gavên berbiçav neavetine û got:
“Ji bo bipêşketina pêvajoyê, çareseriya demokratîk a Pirsgirêka Kurd, demokratîkbûna Tirkiyeyê û bidawîkirina şerê heyî tiştê pêwîst rakirina tecrîdê ye.
Divê ji bo Rêber Apo şert û mercên jiyana azad, ewlehî, tenduristî û xebatê bên avakirin.
Heta ev şert û merc neyên afirandin, ne mumkin e ku Rêber Apo rola xwe bilîze, bixebite, bang li civakê bike, peyam û bangawaziyê li Kurdan bike.
Ma şet û mercên Rêber Apo hatine guhertin? Ma tecrîd ji holê hatiye rakirin ku Rêber Apo bi rehetî bangî raya giştî û Kurdan bike, nêrînên xwe li derve bîne ziman?
Parêzerên wî dibin, malbat dibe, siyasetmedar dibin, gelek beşên ku dixwazin bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin hene.
Ma rewatiya banga di bin şert û mercên tecrîdê bê kirin heye?
Saziyên sivîl hene, rêxistinên girseyî yên demokratîk hene.
Ma dikare bi van hemû beşên civakê re pêwendiyê deyne, nêrînên xwe ragihîne, nirxandinan bike, peyamên xwe bide û şert û merc hatine avakirin? Na.
Bi rastî di şert û mercên tecrîd û şkenceyê de her bang û peyama ku dike ma hikmê wê heye? Ma ev mumkin e? Ev ne mumkin e.
Di şert û mercên tecrîd û şkenceyê de çawa bangek ji Rêber Apo tê hêvîkirin?
Çawa bangek jê tê xwestin, çawa tê xwestin û hêvîkirin ku bi awayekî vekirî bangî gel bike? Ma di şert û mercên tecrîd û şkenceyê de ev ne mumkin e.”
“Divê Ocalan ji mafê hêviyê îstîfade bike”
Besê Hozatê behsa mafê hêviyê jî kir û wiha domand:
“Divê qanûn di parlamentoyê de were derxistin. Divê tecrîd bi awayê fermî were rakirin. Divê qanûna vê were pejirandin.
25 sal derbas bûn. Li gorî dadgehê, li gorî Peymana Navneteweyî ya Mafên Mirovan, li gorî Zagona Navneteweyî, divê Rêber Apo ji mafê hêviyê sûdê wergire.
Divê tecrîd were rakirin. Divê Rêber Apo serbest were berdan.
Divê azad bixebite. Divê di aliyê fîzîkî de azad be. Qanûna navneteweyî vê yekê dibêje.
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di vê çarçoveyê de biryar da.
Di vê qonaxa hatinê de ev tişt neyên kirine, ji Rêber Apo her tiştî dixwazin. Ev nayê qebûlkirin.
Mafên qanûnî yên bingehîn ên Rêber Apo nabe ku bibe mijare bazarê.
Beriya ku tiştan ji Rêber Apo bixwazin ji bo mafê hêviyê divê di parlamentoyê de qanûn bê derxistin.
Ji bo vê yekê, divê parlamento demildest kom bibe û qanûnan derxe. Divê qanûnên hiqûqî bên derxistin.
Divê şert û mercên jiyana azad û xebatê bên avakirin.
Heger wisa bibe înîsiyatîva Rêber Apo wê bi encam bibe û bigihîje encamekê.”
“Tevliheviyeke cidî heye”
Hevseroka Konseya Rêveber a KCKyê amaje bi hevdîtinên li Îmraliyê jî kir û wiha got:
“Peyamên erênî hene, di dan û standinên partiya siyasî de derketin holê lê divê em bi daxuyaniyekê û peyamekê têr nebînin.
Desthilat tevlîheviyeke pir cidî diafirîne. Em dibînin ku ev yek bandorê mixalefetê û partiyên mixalefetê jî dike.
Tevlîheviyeke pir cîdî heye. Car carinan erênî, carinan jî neyînî, carinan jî bi rewşekê ku li pêşiya xwe digire, zimanekî wê heye.
Di vê pêvajoyê de yên ku ev pêvajo bi pêş xist, mezin kir dihêle encam bê girtin, medyaya desthilatê û beşeke medyaya mixalefetê proveke dike û têk dibe.
Divê ev qonax were derbaskirin.
Eger dê edalet were Tirkiyeyê, eger dê aştî were, demokrasî were, hiqûq were rêya wê di çareserkirina Pirsgirêka Kurd re derbas dibe, di demokratîkbûna Tirkiyeyê re derbas dibe.