Li Germiyan erhej çêbû

Vê sibehê li Germiyanê li ser hev 5 erdhej çêbûn ku ya herî bihêz 4,8 pile bû.
Lêkolêrê Avhewa û Erdhejnasiyê yê Herêma Kurdistanê Mihemed Kemal ji Rûdawê re da zanîn ku 5 erdhej çêbûne.
Li gorî agahiyên ku Mihemed Kemal dane rêz û hêza van erdhejan wiha ye:
Erdheha yekem saet 03:14an bi hêza 3,4 pileyan li navenda gundê Qoretûyê yê rojhilatê Germiyanê çêbûye û kûrahiya wê 15 kîlometre ye.
Erdheja duyem saet 04:02yan bi hêza 4,8 pileyan û di navbera Qesra Şêrîn a Rojhilatê Kurdistanê û sînorê Perwêzxanê de li nêzî gundê Dola Begzadeyê çêbûye û kûrahiya wê 10 kîlometre ye.
Ya sêyem saet 04:11an bi hêza 3,0 pileyan di navbera gundê Qoretû û gundê Sengerê de li rojhilatê Kelarê çêbûye û kûrahiya 13 kîlometre ye.
Ya çarem saet 04:13an bi hêza 2,8 pileyan li gundê Qoretûyê çêbûye û kûrahiya wê 9 kîlometre ye.
Ya pêncem jî saet 05:07an bi hêza 3,1 pileyan di navbera gundê Seyd Kewen û gundê Qoretûyê de çêbûye û kûrahiya wê 12 kîlometre ye.
24ê vê mehê jî saet 06:53yan li bakurrojavayê Helebceyê erdhejeke bi hêza 3,1 pileyan çêbûbû.