
Berpirsê Rêxistina Îstîxbarata Neteweyî ya Tirkiye (MÎT) Îbrahîm Kalin li paytexta Sûriyeyê Şamê bi Serokê Heyet Tahrîr El Şam (HTŞ) Ehmed El Şara bi nasnav Muhammed El-Colanî re hevdîtin kir.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Sûriyeyê SANA, Serokê rêveberiya nû Şara, Wezîrê Karên Derve yê hikûmeta demkî Esed Şeybanî û Serokê Rêxistina Îstîxbarata Giştî ya Sûriyeyê Enes Hattab bi şandeke Tirkiye ya bi serokatiya berpirsê MITê Îbrahim Kalin re li Şamê civiyan.