Tirkiye bi Kurdan re mezin dibe

Dr Kaan Dilek Birêvebirê Navenda Lêkolîniya Aştî ya Rojhilata Navîn (IMPR) li hevpeyvîneke taybet de balê dikşîne li ser rewşa rojhilata navîn bi giştî û her wiha pêwendiyên Tirk û Kurdan de dide zanîn ku Tirkiye dikare bi Kurdan re mezin bibe.

Li ser pirsa gelo Tirkiye li gel PYD pêwendiyeke çawa pêkbîne baştire? Dilek dibêje: Kurd kûrahiya stratejiya mene û li herêmê de hevpeymanê me yê bingehînin. PYD jî ne li derveyê vê ramanêye. Li hemberî birayên xwe yên Kurdên Suriye, divê em ne wekî dijmin û metirsiyek tevbigerin belku pêwîste em êşa wan êşa xwe û bexteweriya wan bexteweriya xwe bizanîn.

Li hember pirseke dinê rojnamevan ku wiha pirsiye, Gelo em ditirsin ku Kurd li herêmê de bi hêz bibin? Dilek dibêje: Eve ne rewşeke nû ye ku Kurd li herêmê de bi hêz bûne. Eger em temaşa dîroka nêzîka Herêmê bikin, em dikarin zelaltir rewşa du sed saliya Kurdan ya li herêmê de bibînin. Ew ramanên ku wiha hizir dikin eve tevgereke deh saliye, ew bi tenê dîtinan şêlo dikin û nahêlin em bi zelalî temaşa rewşa Herêmê bikin. Divê edî dev ji wan ramanên ku Kurdan wekî tehdîd û metirsiyê li ser xwe û welatê me dibînin berdin.

Her wiha Dilek hêviyên xwe yên li ser Konferansa 2. Cenevreyê dibêje: Ez vê konferansa dûyema Cenevre wekî pêvajoya Sykes Picot a nû dibînim û ji xwe ji ber wê yekê jî dereng dixebite û gelek dem û wext digre. Ez wiha dibînim ku Amerika û Rusya ramaneke wiha dikin ku dixwazin şûna Fransa û Brîtanya du berekeyiyên nû yê Suudiye û Îranê ji bo kontrolkirina herêmê de deynin.

Berdewamiya hevpeyvîna xwe de li ser pirsa gelo Kurd li Suriye bibin xwedî kiyan bandora wê ya li ser pêvajoya çareseriyê çi dibe? Dilek dibêje: Kurd bigihin xwedî kiyanek eve ne şaşî û xeletiyeke. Birastî tişta bê guftûgokirin ewe ku çima birayên me yên Kurd heta niha nekarîne bibin xwedî kiyan û çima hatine desteserkirin. Ez wiha bawer dikim ku Kurd jî mafê xwe heye çarenûsa xwe diyar bikin, raste zehmete em vê qebul bikin lê kilîla çareserî û aştiyê jî ev ramane. Helbet Kurd bibin xwedî kiyan bigihin cihên girîng eve hêza me jî zêdetir dike. Ji xwe tu rêyeke din jî ji bilî serkeftina pêvajoya aştî û çareseriyê tûneye.

Wate Tirkiye li gel Kurdan mezintir dibe…

Tişta ku me bihêztir bike demokrasî û azadî û mafên mirovane ku wê jiyana me ya civakî de aştî û aramiyê pêkbîne. Ne tenê Tirkiyeyeke ku tenê Kurd bibin xwedî kiyan û bigihin mafên xwe yên demokratik belku hemû neteweyên din û hemû mirov bigihin mafên xwe yên demokratî û bikarbînin, wê demê birastî jî emê bibin welateke mezin.

Nerîna min :