Berî nîvroya îro dûşem 05.08.2013 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê pêşwaziya Birîta Vagîner Balyoza Elmanya li Iraqa Federal û şanda li gel kir.
Li hevdîtinê de Balyoza Elmanya ji bo rexsandina vê hevdîtinê spasiya Serok Barzanî kir û xweşhaliya xwe ji bo hevdîtina li gel Barzanî û serdana Herêma Kurdistanê nîşanda û ji bo girîngîdana bi pêwendiyên di navbera wan û Herêma Kurdistanê spasiya welatê xwe li dam û dezgehên Herêma Kurdistanê jî kir. Xanim Vagîner beşek ji axaftina xwe de yarmetîdana gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi penaberên Sûriye bilind nirxand û ragihand ku welatê wan amadeye yarmetiyên zêdetir pêşkêşî koçberên Sûriye bike û balkişand li ser wê yekê ku yarmetiyên rêxistinên navdewletiyan ji bo koçberên Sûriye li Herêma Kurdistanê kême û beşa wê hejmara zêdeyê penaberan nake ku xwe spartina Herêma Kurdistanê.
Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî spasiya Balyoza Elmanya û şanda li gel kir û di derbarê pirsa penaberên Sûriye li Herêma Kurdistanê balkişand li ser wê yekê ku yarmetîdana koçberan erkekî mirovî û neteweyiye û gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hemû şiyanek ve yarmetiya koçberan didin. Her wiha Serok Barzanî behsa wê yekê kir ku rêxistinên navdewletî û dewletan li girîngîdana koçberên Sûriyên runiştvanê Herêmê de kêmterxem bûne û yarmetiyên wan li asta pêwîste daye.
Pêvajoya Sûriye bi giştî û rojavayê Kurdistanê bi taybetî mijareke dinê hevdîtina di navbera Serok Barzanî û Balyoza Elmanya bû û Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku pêwîste li paşaroja Sûriyê de mafên gelê Kurd li ber çav bê girtin û helwesta rikeber û opozîsyona Sûriye jî li ser mafên Kurd rûn bibê.
Di derbarê pêvajoya Kurd li Sûriye Balyoza Elmanya ragihand ku Berlîn piştgiriya Kurdên Sûriye dide bo ku hemû aliyê Kurdan li ser çarçêweyekî hevbeş ya karkirinê de rêkbikevin.
Her wiha axaftina li ser pêvajoya siyasiya Iraqê û sazkirina Kongreya Neteweyiya Kurd beşekî dinê hevdîtinê pêkdianî û Serok Barzanî hêla giştiyên Kongreya Neteweyiya Kurdî ji bo şanda mîhvanan behs kir ku li ser bingeha peyama aştî û pêkvejiyana Kurd ya li gelên navçeyê de hatiye binyatnan.