Polîtîk

Davutoglu: Em û Nêçîrvan Barzanî di heman fikrê de ne

Wezîrê derve yê Tirkiyê Ehmed Davutoglu ragihand ku her hevkariyek ligel rejîma Sûriyê, wê di aliyê kurdan de pirsgirêkan çêbike û wiha got: “Birêz Nêçîrvan Barzanî jî xwediyê heman dîtinê ye.”

Ehmed Davutoglu tevlî merasîma sondxwarina serokomarê Îranê yê nû Hesen Rûhanî bû. Berî ji Îranê vegere derbarê serdana xwe de agehdarî da.
Davutoglu derbarê serdana serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya ji bo Tirkiyê û lidarxistina konferansa neteweyî ya kurd de wiha got: “Hem ligel Mesûd Barzanî û hem jî Nêçîrvan Barzanî şêwiriya wan heye.” Davutoglu ragihand ku di dawiyê de ev herêm a me hemûyan e û destnîşan kir ku di derbarê fikarên siberojê de xwedî heman dîtinan in.

Davutoglu destnîşan kir ku bendewariyên ji pêvajoya aştiyê guftûgokirine û wiha got: “Mijara konferansê jî di vî warî de hat destgirtin. Konferans û civînên bi vî awayî di wateya terkirina rêveberiyek şiddet û çekdarî de xwedî giringiyekî taybet e. Lê ya giring jî ew e ku li tevayî herêmê aştî û aramiyek bibe hakim e.”
Ehmed Davutoglu ragihand ku ligel Nêçîrvan Barzanî behsa Sûriyê jî kirine û wiha got: “Em û ew jî ji bo aştiya navxwe li Sûriyê çêbibe, xwedî wê dîtinêne ku kurd hêmanekî bingehîn in. Ev jî encex ew e ku grûbên kurdan di nava opozisyona Sûriyê de cih bigrin e. Di vî warî de em xwediyê heman perspektîfan in.”

Davutoglu wiha pêdeçû: “Her hevkariyek ligel rejîma Sûriyê wê di warê kurdan de pirsgirêkan dirûst bike. Birêz Barzanî jî xwediyê heman baweriyê ye. Emê ligel hev ji bo birayên me yên kurd di vê pêvajoya demkî de despêkê di nava opozisyona Sûriyê û piştre jî li Sûriyê ji bo aştiyekî mayînde tiştên mafê wan e, di nava piştgiriyê de bin.”

Wezîrê derve yê Tirkiyê bal kişand ser wê yekê ku ger peywendiyên vê dawiyê yên ligel PYD û Barzanî binirxînin, çi li Iraq û çi jî li Sûriyê; li her cihê ku kurd lê dijîn dixwazin bi awayekî aştiyane bijîn û wiha pêdeçû: “Lê bi taybetî li Sûriyê, hevkariyek ligel rejîmê û derxistina pirsgirêkên nû, ne di berjewendiya ti kesî de ye. Di vî warî de daxuyaniyên PYDê çêbûn. Emê van daxuyaniyan bişopînin. Ger wekî soz dane, di nava opozisyona Sûriyê de cih bigrin, sedî sed ligel rejîmê hevkariyê nekin; fikarê me yên derbarê parastina sînor de li ber çavan bên girtin, ev ji bo opozisyona Sûriyê û hemû grûbên kurdan jî, ne tenê PYD, PYD bi tena serê xwe nûnertiya hemû kurdan nake. Tirkiye wê hewl bide ku hemû grûbên kurdan di nava opozisyonê de cih bigrin.”

Back to top button