Civak

Doza Egenekonê: Dadgehê cezayê girand barand

Di doza Ergenekonê de dadgehê biryara xwe da. Di serî de fermandarê giştî yê hêzên çekdarên Tirk yê berê Îlker Başbug û gelek generalên artêşa Tirk yên kevin bi cezayên mezin hatin cezakirin.

Îlker Başbûg û gelek generalan cezayê muebet girtin. Heta jiyana wan hebê di girtigehê de dimînin.

Dadgehê Rêxistina Ergenekonê wek rêxistinek terorist wesif kir û li gora wê jî biryara xwe da. Fermandarê giştî yê berê Îlker Başbug wek serokê rêxistinek terorist hate cezakirin.

Wek din kesên siyasî û rojnemevan jî ku endamê rêxistina Ergenekonê bûn bi cezayên giran girtin. Dogu Periniçek serokê giştî yê Partiya Karkerên Tirkiye yê berê jî cezayê hata saxê di girtigehê de bimîne stand.

Bi vê biryara dadgehê Tirkiye ber bi pêvajoyek nû de bir. Gelo dê li himber vê biryarê çepên Tirk, grubên kemalist û parêzerên cumhuriyetê dê çi helwestê deynin holê. Yan jî dê bê deng bimînin .

Ev yek dixweyê di rojeva siyaseta Tirkiye germ dike. Lê bi vê biryarê deletek wek Tirkiye di berbi demokrasiyê ve gavek girîng avêt.

 

Back to top button