Polîtîk

Şêrko Bêkes koça dawî kir

Şêrko Bêkes , helbestvanekî bi tiwane û bihêz bû, lawê helbestvanê mezin yê Kurd Fayeq Bêkes bû,di sala 1940 li bajarê Silêmaniyê jidayîkbûye û welatê Swêd di 4-8-2013`an de, ji ber nexweşiya îûrpênceyê, jiyana xwe ji dest da.

Her weha li sala 1986`an de, Êraq berda û berê xwe sda welatê Swêdê û li salên 1987-1992`an, careke din ber bi Êraq û Herêma Kurdistanê birêket.
Şêrko Bêkes bi yek ji helbestvanên Kurd yên hemdemî dihete nirxandin û xwediyê çiqas namîlke û dîwanên helbesta ye û helbestên wî jî bi çiqas zimanên cîhanî hatine wergerandin. Pukmedia

Jiyana wî

Di 2ê gulana 1940î da li Silêmaniyê hatiye dinê. Lawê helbestvanê navdar Faîq Bêkes bû. Wî xwendina xwe ya bingehîn û navîn li Silêmanî û Bexdayê temam kiriye. Bêkes cara pêşîn helbestên xwe di heftenameya bi navê Jîn li Silêmaniyê belav kirine. Li Bexdayê zanîngeh jî qedandiye û kitêba xwe ya yekem a bi navê Telîfeyî Helbest jî dîsa li vî bajarî di sala 1968an de çap kiriye. Di sala 1969an de pirtûka wî ya duyem jî derxistiye. Bêkes di hevpeyveke ligel nivîskar Mehmed Uzun, di sala 1995an de got, ji helbesta kurdî ya nûjen bala wî dikişand, bi taybetî helbestên Goran û Herdî dixwendin.

Di navbera salên 1965-1987an de pêşmerge bû û eynî demê de jî di radyoya bi navê Dengê Şoreşê de xebitî.

Di serê sala 1970î de di nava tevgera “Ruwange” de cîh digire. Ev tevger ji bo helbesta kurdî rêyek nû vedike û hebesta nûjen derdekive holê. Bi vê tevgerê di her hêlê de bêhna jiyana kurdî ket helbesta kurdî. Bi tevî çend nivîskar û helbestvanên kurd kovareke bi navê Rwanya derxistin.

Di sala 1971ê de wî şanogeriya kurdî Kawayê Asenger û di 1973an de jî dîwaneke nû ya bi navê Min tînuwetîm nivîsandin. Dû re di 1976an de pirtûka wî Askîm û di 1978an de jî dîwana kurteşiîran a bi navê Kazîwe derketin.

Piştî têkçûna şoreşa Îlona 1974an car din vegeriya bajêr. Lê vê carî jî hikûmeta Îraqê, Bêkes ji bo çar salan şand sirgunê.

Helbestvan Şêrko Bêkes di sala 1984an de beşdarî serhildana li başûrê Kurdistanê bû û 1986an de wek penaber çû Swêdê. Li Swêdê bû endamê Komeleya Nivîskarên Swêdê û PEN-klûba Swêdê.

Di sala 1986an de dîwana wî ya çîrokşiîran Rûbar derket. Di 1987an de PEN-klûba Swêdê xelata Tucholsky dayê.

Di 1991ê de li başûrê Kurdistanê wek wekîl dikeve parlamentê û sal nîvekî wezîriya kulturî kir. Bêkes li Silêmaniyê dijiya û serokiya navenda kulturî ya bi navê Sardam (anku, Serdem) dikir.

Di 4ê tebaxa 2013an de li Stockholma paytexta Swêdê ji ber nexweşiya penceşêrê çûye ber dilovaniya Xwedê.
Berhemên wî

Şêrko Bêkes helbestên xwe bi zaravayê soranî dinivisînê. Ji ber vî yekê her çiqas ew bi kesaniyeta xwe werê naskirin jî le helbestên wî li bakur zêde nayê naskirin. Pir hindik helbestên vî helbestvanê navdar li hatiye wergerandin bo kurmancî.

Heya niha 20 kitebên wî yên helbestan hatine çapkirinê. Kitêbên wî bi gellek zimanan -yewnanî, tirkî, erebî, îngîlîzî, fransî, almanî, swêdî- hatine wergerandin.
Bi soranî
Wergerên bo kurmancî

    Ji nav şiîrên min (1995/2001). Wergêr: Rûken Bagdu Keskin û Bedran Hebîb. Avesta. Helbestên bijartî ji dîwana Şêrko Bêkes in.

Xelat

    1987: Ji hêla PEN Klûba Swêdê ve bi xelata Tucholsky hat xelatkirin.
    2001: Li Silêmaniyê ji Navenda Kulturî Xak, xelata Pîrêmerd girt.

Wikipedia

Back to top button