Tirkiyê bi helîkopteran leşker danîn Çiyayê Xamtîr

Li gora nûçeya Rûdawê, Artêşa Tirkiyê bi helîkopteran leşker danîne Çiyayê Xamtîr ku kêmtir ji 5 kîlometre nêzîk e li zalgeheke pasewanên sînor li gundê Şeranişê.
Zêrevan Mûsa, Rêveberê Nahiyeya Derkarê ji Rûdawê re ragihand, êvariya îro 26.06.2020, Tirkiyê bi firokeyan leşker danîne Çiyayê Xamtîr ku dikeve hindava zalgeha pasewanên sînor li gundê Şeranişê.
Rêveberê nahiyeya Derkar amaje bi wê kir, “rojane bombebaran û topbarankirin berdewam e, jibilî wê pêşveçûna Tirkiyê berdewam e. Ji destpêka operasyona vê carê û heta niha, karîgerî li ser 30 gundên me kiriye.”
Herwiha Zêrevan Mûsa got, “Niha tirs di nav 13 hezar xwecihên me û li gel 27 hezar penaberên li 3 kampên cuda de ji ber dengê bombebaran û nêzîkbûna leşkerê Tirkiyê, belav bûye.”
Dilşêr Ebdulistar, Rêveberê Nahiyeya Batîfa jî behsa operasyona Tirkiyê kir û got, ji ber bombebarankirina berdewam ziyana maddî gihiştiye 12 gundên wan û ragihand, “gundek bi temamî hatiye valakirin û 3 gundên din jî metirsiya valakirinê li ser e û rojane ji ber bombebaranê berdewam tirs bo nêzikî 10 hezar rûniştvanên navçeyê çê kiriye.”
Hefteya derbasbûyî artêşa Tirkiyê bi navê ‘Pence Piling’ operasyoneke nû li herêma Heftenînê li nav sînorê Başûrê Kurdistanê dabû destpêkirin û bombebaran û topbarana li sînorê qezaya Amêdî û Zaxo jî berdewam e.