Polîtîk

Li 5 salan de 4.906 kes li şerê tirkiye û PKK de hatine kûştin

Grûpa Qeyrana Navdewletî (International Crisis Group) raporek di derbarê şerê di navbera artêşa tirkiye û gerîlayên PKK de belavkir û têda dide zanîn ku li 20ê temmuza 2015 an ve heta 1ê hezîrana îsal 4.906 kes li encama şer û pevçûnên di navbera wan du aliyan de hatine kûştin.

Li raporê da dide zanîn ku 2.943 gerîla û 827 polîs û 113 gundparêz canê xwe ji dest dane û nasnameya 226 kesan jî nediyare.

Grûpa Qeyrana Navdewletî (International Crisis Group) hejmara kûştiyan salane destnîşan kiriye û têda derdikevê ku li 2015 da 687 kes, li 2016 da 2242 kes, li 2017 da 825 kes, li 2018 da 607 kes û li pênç mehên yekema îsal da jî 54 kes hatin kûştin.

Li raporê de dide zanîn ku 4091 kesên canê xwe ji destdane ji Bakûrê Kurdistanê bûne, 464 kes ji wan ji Başûrê Kurdistanê (gerîla û welatiyên sivîl bûne) û 258 kes ji wan jî xelkê bajarên tirkiye bûne.

Li Bakûrê Kurdistanê de zêdetirîn kesên hatine kûştin ji bajarê Şirnexê bûne 1.106 kes, paşê Çolemêrg tê ku 808 kes têda hatine kûştin, paşê Diyarbekir 636 kes û li Mêrdînê jî 412 kes li encama wan şeran da canê xwe ji destdane.

Şerê PKK û artêşa tirkiye zêdetirê 35 sale berdewame û heta niha ji ber wê şerê dehan hezar kes canê xwe ji destdane û zêdetirê wan jî Kurd bûn.

Back to top button