Polîtîk

Cengîz Çandar tirkiye dixwaze li Başûrê Kurdistanê mayînde be

Cengîz Çandar nivîskarê navdarê tirk li hevpeyvîneke taybet de êrîşên tirkiye ya li ser Herêma Kurdistanê nirxand û da zanîn ku tirkiye dixwaze bi awayeke leşkerî li hinek deverên Zaxo û Heftenînê mayînde be.

Her wiha Çandar da zanîn ku rewşa Rojhilata Navîn niha zelale û wekî Hoşyar Zêbarî jî gotî: Ev operasyona tirkiye ji bo Rojhilata Navîn zengileke metirsiyê ye. Dibe ku tirkiye piştî demeke din daxwaza Musil û Kerkûkê bike lê belê niha bawer nakim tirkiye bikaribe wê xwesteke xwe bi cîh bîne. Lê niha bi awayeke dixwaze li hinek deverên Zaxo û Heftenînê bi awayeke leşkerî li wan cîhan bimîne û mayînde be.

Back to top button