Cîhan
Xwarzaya Trump nihêniyên xalê xwe eşkere dike

Roja pênçşema derbasbûyî dadwerê bajarê Newyorkê daxwazeke birayê mezinê Trump retkir ku daxwaz kiribû, rêgiriyê li belavkirina wê pirtûka Mary Trump ya keça wê bike ku têda perde li ser nihêniyên malbata xwe radike.
Li gor nûçeyeke malpera CNBC Robert Trump, birayê Donald Trump Serokê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka li vê hefteyê da daxwaza ji dadwe Cuens County ya li bajarê Newyorkê kiriye ku rêgiriyê li belavbûna wê pirtûkê ya bi navnîşanê bikin (Gelek maye û qet temam nabê: Çawa malbata min ji metirsîdartirîn zilamê cîhanê dirust kir) ku têda Mary, Trump bi metirsîdartirîn zilamê cîhanê bi nav kiriye û tîşk dixe ser dîroka pêkhatina malbata xwe ya Serokê Amerîka.