Cîhan
Çîn dev ji dolar berdide

Li gor raporeke pêgeha Eksperta Rûsî ku taybete bi karubarên aborî, Pekîn bi mebesta stratejiyê dest bi yedeg kirina zêr kiriye. Eve jî hengavên Çînê ya ji bo ragirtina muamelekirina dolarê Amerîkî nîşan dide.
Her wiha balkişand li ser wê yekê ku kompanyayên kanzagerê Çînê dest bi çalakiyên berfireh kirine li warê derxistina zêr da û bi niyetin damezraweya pîşesaziyeke din jî ji bo kanzageriyê li seranserê cîhanê bê kirin û nûtirîn peymanên wî welatî jî li vî warî da bûne.
Li gor raporek Çîn bi kirîna çendîn damezraweyên berhemanîna zêr û li rêya yedeg kirina zêr, niha bi mezintirîn berhemhênerê zêre li cîhanê da, bi vê yekê jî bala cîhanê dişîne ku pêgeha dolar li welatan pêwîste bi dawî bibe.