Polîtîk
Tim a Kurdistanê xatir ji turnuvayê xwest
Di turnuwayeke ku ji aliyê FÎFAyê ve hatiye pejirandin, li Filîstîn hat organîzekirin. Di turnuwayê de tîma Kurdistanê jî cih girt ku ev, cara ewil diqewimî ku tîma Kurdistanê di pêşbirkeke navneteweyî de dilîze.
Tîma Kurdistanê a Futbolê, di pêşbirka ewil de, 3 û yek Moritanya têkbir. Kurdistan doh jî derkete pêş tîma Filîstinê û pêre 1 û 1 berambere ma. Di encamê de tîma Kurdistanê a futbolê di rêza yekem de derkete nîvfînalê.
Îro Tima fotbolê ya netewiya Kurdistanê pêşbirka nivfînalê li gel Tima fotbolê ya Tunusê kir.Di encama leyiztikek tund û dijwar de Tima Tunus li himber Tima Kurdistanê 2-1 serket û Tim a Kurdistan xatir ji turnuvaya navdewletî xwes.