Polîtîk

Bê av dibe lê bê ziman nabe

Di pêşengiya KCDê de li Amedê di, komxebata bi navê “Di Perwerdehiyê de Grîngiya Zimanê Dayikê” danezana xwe bi raya giştî re parve kir. Hat diyar kirin ku ziman, qasî av û hewayê mafekî jiyanê ye û hat xwestin ku mafên kollektîf û yê zimanê zikmakiyê xwe bigihîne statûyekê. Çend xalê danazanê:

Divê hebûna gelê Kurd wek hebûna gelekî bê naskirin û mafên ku ji gelbûnê tên bên tesbît kirin û bi statû werine teslîm kirin.

Divê mafê perwerdehiya zimanê zikmakî bi misogeriya zagon û zagona bingehîn bê qebûl kirin.

Kurdî zimanê gelê Kurd e û gelê Kurd ev mafê xwe bi awakî “bijarte” bikar nayîne.

Ziman, wek av û hewayê mafekî jiyanê ye. Ev daxwaqzeke gelê Kurd e jî. Divê ev mafa di çarçovaya mafên gerdunî yên hiquqî de bê çareserkirin.

Divê hemû îfade û sepandinên nijadperest û faşîzan ji zagon û zagona bingehîn werin derxistin.

Endamê Komisyona Ziman a KCDê Osman Ozçelîk jî diyar kir ku, “gelê Kurd xwediyê hemû taybetiyên gelbûnêye. Ger gelel, miletek heye, zimanê wî jî heye. Ger ziman heye bi wî zimanî perwerdehî jî heye û divê hebe jî”

 

Back to top button