Polîtîk

Konferansa jinên Kurdistanê destpê kir

Duyemîn konferansa netewî ya jinên Kurdistanê li Hewlêr destpêkir. Ji her çar beşên Kurdistanê û derveyê Kurdistanê jina beşdarî di konferansê de kir. Konferansa jinan di bin durişma “ Hemahingî û yekitiya jina jib o yekitiya netewî “ de dest xebata xwe kir.

Ji bo konferansa jinan bi temamî 186 jin hatine vexwandin.  Ji başûrê Kurdistanê 78 nûner, ji bakur 50, ji rojhilat 24 û ji rojava jî 17 nûner beşdar dibin. Herwiha 12 nûner ji bo kurdên Ewrûpa, Ermenîstan, Rûsye, Kafkasya û Libnanê hatine diyarkirin.

Di dema destpêka konferansê de keşeyek di navbera jinên PKK-ê û yên ji PKK-ê cuda bûyin de derket. Jinen PKK-ê  jinên ji PKK-ê cuda bûyîn bi xiyanetê tawanbar kirin û herweha jinên ji PKK-ê cuda bûyîn bersiva wan dan û ev yek bû sedemek yê nexweşiyê di kongreya jinan de. 

Piştî komita amadevan ya konferansê midaxele kir ew pirsgirêk hate çareserkirin û konferansê dest karê xwe kir. Nabê ku komita amadevan bi tu awayî rê bide vê yekê. Eger ew jinên  girêdayê hinek partiyan xwe ji ramanên teng yên hizbî azad nekin bi tu awayî nabê ku nûnertiya jina kurd di patformên hevbeş de bikin.

Ew jina mafê jiyanê û ramana azad ji bo jinek din nasnekê û diktatoriya hizbî di van platforman de jî bixwazin rêve bibin di destpêkê ve sihê têxin ser naveroka konferansê.

Back to top button