Erdogan: Artêşê erka xwe bi samîmî bi cih aniye

Serokwezîrê Tirkiyê di derbarê komkujiya Roboskiyê de li Pakistanê zelal axifî û îfade kir ku, piştî bûyerê haya wî ji bûyerê bûye û artêşê jî samîmî erka xwe bi cih anîye.
Erdogan, li paytexta Pakistanê li Îslamabadê li otela ku lê dima, pirsên rojnamevanan bersivandin. Erdogan got ku wî CD dîtine û wiha axifî, “komeke ji 30-40 mirov û qantiran pêk tê. Di wê bilindayiyê de ne pêkan e ku mirov zanibe Ahmed e an Mehmed e. TSKê (Hêzên Çekdar yên Tirkiyê) erka xwe bi samimî bi cih anîye. Şaşî jî dibe. Me şaşî jî eşkere kir, lêborîn jî. Me tezmînat jî eşkere kir lê hinek îstismar dikin.”
Erdoganê ku li Pakistanê daxuyanî da wiha dewama axaftina xwe kir, ” ji eşqa Xwedê, ku tezmînate tezmînat… me wêdatirî tezmînata fermî kir. Îla em ê daxwaza rêxistana terorê bibêjin, bila qisûrê mêze nekin.”