Barzanî cîgirê xwe û hijmareke wezîran şandin Şingalê

Duhî (22.05.2012) Îmad Ehmed cîgirê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê bi serokatiya heyetekeê ku ji Kerîm Şingalî wezîrê navxwe, Kameran Ehmed wezîrê avadankirin, Dilşad Şehab wezîr şaredarî û turîzmê, Rêkewt Heme Reşîd wezîrê tendirustiyê. Temer Remezan waliyê Duhokê û serkeretê civata wezîran pêkatibû, serdna devera Şingalê kir û ji aliyê berprisên hizbî û îdariyên deverê ve hatin pêşwazî kirin.
Îmad Ehmed û şandeya pê re digel xelkê deverê cviyan û silavên serokê Îraqê, serokê Kurdistanê û silavên serokê hikûmeta herêma Kurdistanê gihandin xelikê deverê. Cîgirê serokê hikûmetê ji xelikê devera Şingalê re got:
– Herêma Kurdistanê vê deverê weke beşek ji xwe dizane. Şênî, kultur û axa devera Şingalê beşek giring ji dîroka Kurdistanê pêtînin. Hikûmeta herêma Kurdistanê di wê baweriyê de ye ku, cîbicîkirina destûra Îraqê û bi taybetî bicihkirina madeya 140ê:
– Çarenivîsê vê deverê yekalî dike. Em hemû rêz û hurmetê ji îradeya rûniştvanên vê deverê re digirin. Heta ev pirosese timam dibe hikûmeta herêma Kurdistanê di xizmetkirina deverê de xemsariyê nake.
Îmad Ehmed got jî ku, îhmalkirina devra Şingalê û bi taybetî bajarê Şingalê, ne bi tenê piştî jinavçûna rijêma Sedam dest pê kiriye, lê bi dirêjiya dîroka Îraqê ev bajar hatiye rastî zolim û zordariyê hatiye, ji ber ku, xelikê resenê deverê dest ji nasnameya xwe ya kurdistanî berneda. Hikûmeta herêma Kurdistanê bi erkê xwe dizane xizmeta vê deverê bike:
– Kabîneya heftem bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî biryar daye bi awayekî taybet giringiyê bide devera Şingalê û derdûrên wê.
– Hikûmeta herêma Kurdistanê biryar daye budceyeke taybet, zêdetir ji 30 milyon dolaran bo pêşxistina devera Şingalê berdest bike. Civata serokatiya hikûmeta Kurdistanê komîteyek taybet pêkanîye ku hevahengî digel berprisên deverê lêkolînê li ser pêdawîstiyên deverê bikin û wê budceyê li gor pilanekê bi ser pirojeyên xizmetgozarî de dabeş bikin. Ew piroje jî dê di warê rê û pir, av, avrêj, saxlemî, perwerde û aliyên din yên jiyanê be.
Îamd Ehmed û şandeya pê re digel qaymewam û serokê şaredariya û berprisên îdariyên Şingal û Zimarê civiyan rewşa deverê ji aliyê emnî û aborî ve minaqeşe kir.
Cîgirê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê got ku, herêma Kurdistanê dê di warê emnî jî de piştevaniya xelikê deverên nakokdar û parastina hemû pêkahatên deverê, bike.