Kurdistan weke hevpareke serke li Îtaliyayê temaşe dike
Felah Mistefa berprisê fermangeha têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê, duhî li ofîsa xwe li Hewlêrê pêşwazî li Gerardo Krante sefîrê Îtaliyayê yê Bexdayê, Stevano Kuwîroro koordînatorê dewletên Kendavê li wezareta derve ya Îtaliyayê û Semonî de Sante berprisê ofîsa Hewlêrê a sefaretxaneya Îtaliyayê, kir.
Di dîdarekê de, behsa têkeliyên navbera herêma Kurdistanê û Îtaliyayê û mekanîzma pêşxistin û xurtkirina wan peywendiyan hat kirin. Herwesa her du aliyan di civînê de behsa kar û çalakiyên konfrensa (rêgirtin li pêşiya bazriganîkirin bi mirovan) ku, berî çend rojekan li Hewlêrê hatibû saz kirin, kir û ew konfrena bilind nirxandin.
Ji aliyê xwe ve sefîrê Îtaliyayê yê Îraqê, behsa peymaneke lihevtêgihiştinê kir ku digel wezareta xandina bilind û lêkolînên zanistî a herêma Kurdistanê, bo hevkarîyên zanistî û perwerdeyî li herêma Kurdistanê, îmza kiriye.
Felah Mistefa kofxweşiya xwe diyar kir ku pêwendiyên herêma Kurdistanê û Îtaliyayê di qonaxeke baş de ne û got:
– Herêma Kurdistanê weke hevpareke serke li Îtaliyayê temaşe dike. Em hêvî dikin ku hikûmeta îtalî di pirosesa geşepêdan û avadankirina herêma Kurdistanê, di warên cihê de, zêdetir rola xwe bilîze.
Mistefa ji heyeta mêvan re behsa siyaseta hikûmeta herêma Kurdistanê a di warê enerjî û samanên xwezayî de û rola herêma Kurdistanê di zêdekirina dahatiye giştiyê Îraqê de kir û hemû pêngavên hikûmeta herêma Kurdistanê di çarçoveyê destûra bingehîn a Îraqê dene.
Berprisê fermangeha têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê, herwesa, behsa alozî û kirîza siyasiya Îraqê kir û helwesta herêma Kurdistanê li heber kirîza siyasiya Îraqê diyar kir û got ku, divê hemû pirsgiriêk li gor made û bendên destûrê û rêkeftinên siyasî bên çareser krin