Erdogan: Mixatib BDP ye

Serokwezîrê Tirkiyeyê Receb Erdogan di dema serdana xwe de bo Pakistanê, di preskonfrensekê de behsa amadekariyên destûra nû a Tirkiyeyê kir û got ku ew hewil didin li ser destûra nû a Tirkiyeyê digel her 4 partiyên nav parlamentoyê de li hev bikin:
– Em li ser wê yekê ku destûra nû amade bikin bi îsrar in. Eger her 4 patiyên siyasî yên nav parlamnetoyê di nav xwe li hev nekin, hîngê em dê digel patiyekê ji wan destûrê amade bin, vêça CHP yan MHP be, ez nizanim. Digel BDP rêjeya dengan nagihe rêjeya yasayî û ji ber hindê em nikarin bi wê re destûra nû amade bikin.
Erdogan di bersivs pirsa; Hûn ji BDPê re dibêjin dirêjepêdera siyaseta PKKê, tevî vê jî hûn danûstandinan bi wê re dikin, got:
– Belê em danûstandinên siyasî pê re dikin, ji ber ku mixatib BDP ye. Rewş çi diîne pêş nediyar e, lewra nabe bi yekcarî ew bê avêtin.
– Armanca me ewe ku, em vê pirsê çareser bikin. Em hewil didin da bizanîn ka ev pirs çawa çareser dibe.
Serokwezîrê Tirkiyeyê li Pakistanê di preskonfrensê de got ku, zelal û eşkereye divê pêşiya her tiştî PKK çekê xwe deyne. Heta ku PKK çekê xwe nedeyne danûstandinaê nabin û tekoşîna li dijî terorê dê berdewam be.