Serokwezîrê Kurdistanê

Serdana Tirkiye a Nêçîrvan Barzanî bidawî bû.
Barzanî Serokwezîrê Kurdistanê ye.
Li welatê wî de pênc şeş milyon, li welatê serdan kirî jî 20 milyon kurd dijîn.
Di dozeka ku di heyama derbeya 12 Adarê dihat dîtin de, Şikrî Demîrelê kurê Emînê Perîxanê ye, bi îdiaya ku ji Barzanî re didu qamyon cizlewêt şandiye, dihat darizandin.
Piştî çil salan nevîyê Mistefa Barzanî, Neçîrvan Barzanî wekî Serokwezîrê Herêma Federe a Kurdistanê serdana Tirkiye dike.
Kesên ku wextekî bona Seddam û niha jî ji Esed re hêstir dirijînin, di jiyana xwe de carek be jî neçûne Hewlêrê, nikarin vê guherînê fêhm bikin.
Di pirsgirêka kurd gellek sernav hene. Lê yek derdikeve pêş:
Ragihandina Azadiyê…
Baş e lê çawa?
Piştî serhildan, têkçûn, xiyal şkestiyan, komkujî, xiyanet û cerbandinên çareser, yên bi çek, Xwedê zanê lê xala girîng ev e:
Di bin parastina Amerîka û Tirkiye de, Kurdîstan mimkun e?
Beriya bersiva vê pirsê, lazime em ji pêwendiyên Ecem, Ereb, Kurd û Tirkan ceribandinên dîrokê bidin ber çavên xwe.
Û di vê çarçoveyê de jî, pêwendiyên Hewlêr û Enqere bitenê di çarçoveya aborî û dîplomatîkî de nayên nirxandin. Hemû tişt firehtir û bêtir dîrokî xwiya dike.
Dibe ku em di dîroka Kurd û Tirkan de liqayî hev hatineke din dijîn. Weke tê zanîn cara ewil di sala 1071 an de di şerê Melezgîrê de Tirk û Kurd rastî hev hatibûn.
Melezgîr pêrgî hev hatina ewil, sefera Rojavayê ya Siltan Selîm jî duyemîn bû.
Salên avabûna Komariyê jî, bi xiyal şkestin be jî, rastî hev hatina sêyemîn e.
Îdeologekê herî mezin ê netweperestiya Tirk Ziya Gokalpê Amedî, dema di sala 1924 an de wefat kir, Kemalîstan bona înkar kirina nasnameya Kurd xwe amade dikiran.
Hâlbuki Gokalp wisa digot: ‘Kurdê hez Tirkan neke, ne Kurd e. Tirkê hez Kurdan jî neke, ne Tirk e.’ Û pêwendiyên dîrokî yên nav bera herdu gelan de bibîr anî bû.
Niha em di sed saleke nû de ne..
Di vê sedsala nû de ku sînorê bazirganî û aboriyê rabûne, Stenbol bala 40 milyon Kurd dikişine ser xwe.
Di heman demê de, Hewlêr jî ku bajarê şaristanî û qewman bû, bi dewlemendiya xwe ya dîrokî, li benda naskirina Tirk û dinyayê ye.
Hevdîtina Hewlêr û Stenbol, dibe ku di dîroka hezar salî a herdu miletan de, bibe rastî hev hatina çaremin.
Niha ne Yavuz Sultan Selîm na jî Muratê III. ên siltanên Osmaniyan, ne jî Begên Kurdan Şerefxan an jî Idrîsê Bitlîsî hene.
Di lîderiya siyasî de li hêla Kurdan Mesut Barzanî, li hêla Tirkan jî Recep Tayyip Erdogan hene..
Li ber vê liqayî hev hatina dîrokî ya çaremin, bitenê li Tirkiye rewşa bê çareserî, bûyera Roboskî û êşên bi xwe re tînin hene.
Li aliyê din piştî ruxandina rejima Sedam, li Êraqê Kurdan statauyeke taybet bidest xistin. Lê statuyeke bi pirsgirêke.
Li gor xwiyakirinê, Kurd û Ereb li hev nakin.
Em werin Îranê. Îranê serokatiyê, wekî kuştina rêberên siyasî yên Kurd nirxand. Îraniyan Sekreterê Giştî yê KDPê Dr. Qasimlo li Viyanayê, piştî didu sal din, pêşawerê (selef) wî Şerefkendî jî li Berlînê kuştin. Û ev kuştinên siyasî bê nav ber dom kirin. Li ser vê polîtîqayê Îran li dijî Tirkiye PKK û Suriyê bikarbîne, tiştek ne ecêbe.
Li Sûrî Kurd ne hemwelatî ne jî.
Di vê çarçoveyê de lazime pêwendiyên Kurdan yên bi Ereb Ecem û Tirkan re, ji nû ve bên nirxandin, şîrove kirin.
Di zana min de ev sedsala nû, Kurdan bêtir nêzî Tirkan dike.
Bona Kurd pêbaweriya xwe -bi tevdîr be jî- bi Tirkan bînin, gellek sedem hene.
Li Tirkiye êdî Kemalîzm û Îttîhat perestî li paş ma. Bi Îttihad perestên Kurd, xiyala împaratoriya ji Tekîrdagê heta Kerkuk – Musulê derew derket.
Şuna wan, CHP û tevgera Kurd ma. Alê jî jibîr nekin. Car car li Çankaya, Şîşlî û hin kolanan alê daliqînin jî, nabe dermanê çerxa dîroka îro.
Dema Serokwezîrê Kurdîstan Nêçîrvan Barzanî di serdana Tirkiye de bû, revandina AKPiyan, li bajaran kuştina AKPî û siyasetmedaran jî tu feyde nade.
Ev rê û şiklên siyasetê jî nikarin pêşî li tifaqa Kurd û Tirkan ku li gor min civîna çaremîne, bigirin.Jixwe Tirikiye ya îro jî, şûna gotinîn di rojevê de, li ber Statuya Kurdan dernakeve. Mesele ne statü ye. Mesele dê kê û çawa vê statüye bikarbîne ye.
Jibîr nekin, ji heyama Rehmetî Ozal pê de, heke ev polîtîqaya bi zane tunebûya, îro Tirkiye ne deriyê bitenê yê Kurdîstan bû.
Û dema bê vegotin, hêla bikaribe fêhm vê rastiyê qebûl bikin û bixwazin, bitenê Misilmanin, Îslamî ne.
Ne Kiliçdaroglu yê Dêrsimî, ne jî ‘Hevalên’ Kemalîst ên li Cîhangirê dijîn dikarin vê pêvajoya dîrokî fêhm bikin.
Piştî van hemû geşedan û rastiyan, ji nû ve bi BAASçiyan û Kemalîstan ve girêdayîna Kurdan, di golê de çêkirina dew e.
Orhan Miroğlu
Taraf/Xeberenkurdi.com