CîhanRojev

Thomas Hammarberg Gîhişte Xelata Xwe

Berî çend meha diroja 11.12.2021´an di şahiya 40 mîn salvegera Federasyona Komeleyên Kurdistanê de sê dostên Swêdî ji ber dostayetî û piştgiriya wan ya bo Kurdan, ji aliyê FKKS´ê ve hatibûn xelatkirin.  

Dostên Kurd´an Parlamentera Moderatan û Seroka OSCE Margareta Cederfelt. Rêxistina Ewlekarî ya Konseya Ewrûpayê û Maria Leissner, balyoz û seroka berê ya Partiya Gel a Lîberal û seroka nû ya Pirtûkxaneya Kurdî, xelata Dostayetiya Hevalê Kurd ya sala 2021´an li şevagengan 40 saliya Federasyonê de wergitin.

Tahomas Hammaberg, wê rojê ji ber pirsa tendurustiya xwe ne karibû bihata agenga 40 mîn salvegera Federasyonê. Îro serdana Fedrasyênê kir. Parlamenterê berê Kadir Kasirga û hevjîna wî Lisa Carlsson jî pê re havaltî kirin. 

Serokê Federasyonê Kovan Amedî û hevalên xwe yên Komîteya Karger ve pêşîwazî li Thomas Hammarberg û li heyeta pê re kirin.

Thomas Hammarberg, Parlamenterê Sosyaldemokratan û Komîserê berê yê Mafên Mirovan yê Konseya Ewropayê, nekarî bû di civînê de amade be. Lê peyamek piştgiriyê şandibû.  Halata wî, wê FKKS di wextek guncav de bigîhîne wî. 

Thomas Hammarberg

Di salên 1980–1986 de bû Sekreterê Giştî yê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî. Di salên 1986–1992 de,  sekreterê giştî yê Rêxistina Parastina Zarokan li Swêdê kiriye.

Di salên 1994–2002 bûye Balyozê Swêdî ya Mafên Mirovan di YN. Di salên 1996–2000 de nûnerê taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Kofi Annan, ji bo Mafên Mirov li Kamboçya û Şêwirmendê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî li Ewropayê xebitî.

2001–2003. Hammarberg Sekreterê Giştî yê Navenda Olof Palme Navneteweyî bû. Di navbera 1 Avrêl 2006 û 31 Adar 2012 de, wek Komîserê Mafên Mirovan ê Konseya Ewrûpayê kar kiriye.

Gelek pirtûk û gotar li ser mafên mirovan, nemaze li ser mijarên zarok, penaber, kêmnetewe, biyanofobî û romiyan, li dijî cezayê îdam û îşkenceyê û li ser mafên mirovan, nivîsandine.

Di bihara 1989´an de Komîteya Swêdî ji bo Mafên Mirovan a Kurd hate avakirin, Thomas Hammarberg, yek ji wan damezranêr û însiyatîfgir bû. 

Piştî sohbetek xweş û dostane bi Komîteya Karger re, Serokê Federasyonê Kovan Amedî, xelata HevalêKurd ya sala 2021´an pêşkeşî Thomas kir û sekretera Federasyonê Pirşeng Tiwane jî baqek gulên kesk, sor û zer pêşkeşî Thomas kir. 

Piştî xelatê jî xwerinek bi hevre xwarin û sohbeta wa nya şêrîn li ser xwarinê jî dom kir. Thomas, spasî û dilxweşiya xwe bo wergirtina xelata federasyonê kir. Anî ziman ku ew dostekî dêrîn yê gelê Kurd e û ev dostayetî û piştgirya wî her berdewam be.

Pêvîste bê gotin ku FKKS´ê ji ber xebat û xizmeta wî ya ji bo pirsa Kurdistanê di qada siyasî ya Swêd de, spasiya parlamenterê berê û siyasetmedar Kadir Kasirga kir.

Back to top button