Heta niha parlementoya Iraqê du caran hewl daye bicive û serkomarê nû hilbijêre lê her carê ji ber temam nebûna rêjeya qanûnî ya parlementeran ew civîn pêk nehatine.
Parlementerê PDKê li parlementoya Iraqê, Sebah Subhî li ser vê rewşê ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, herî dawî rêberê bizava Sedir, Muqteda Sedir daxwaz ji Întara Tensîq, ku ji 6 partiyan pêk tê û hemû jî şîeyên alîgirên Îranê ne, daxwaz kir eger dikarin bila hikûmetê pêk bînin û 40 roj jî mohlet da wan.
Sebah Subhî her wiha gotiye, lê pir zehmet e tiştekî wisa bibe çimkî ew nikarin firaksyonekê ji ya tifaqa Rizgariya Niştiman, ku ji PDK û Sedir û Siyade (erebên sunnî) pêk tê, ava bikin ji ber wê jî nikarin hikûmetê pêk bînin.
Wî parlementerê PDKê daye xuyakirin, bi şertekî ku Sedir bi hinek aliyên Îtara Tensîq re li hev bike wê çaxê parlemento dikare bice û xebatên hilbijartina serkomar dest pê bikin.
Bi gotina wî parlementerî, tifaqa navbera PDK û Sedir û Siyade dê berdewam be.