PolîtîkRojev

Dadgeha federal ya Iraqê berpirsiyara alozî û xitimandina siyasî ye li Iraqê

Endamê polîtburoya PDKê Hoşyar Zêbarî dibêje, berpirsiyara tevahiya alozî û xitimandina ku niha li Iraqê heye dadgeha federal ya Iraqê ye.

Endamê polîtburoya PDKê û kandîdê berê yê serkomariya Iraqê, Hoşyar Zêbarî li ser twîttera xwe behsa rewşa niha ya Iraqê kiriye û gotiye, bila em rastiyan bêjin; dadgeha federal berpirsiyar e li hember vê alozî û xitimandina ku niha Iraqê ketiye nav.

Hoşyar Zêbarî behsa redkirina namzediya xwe bo serkomariya Iraqê jî kiriye û gotiye, biryara ne qanûnî ya dadgeha federal ya Iraqê li dijî namzediya min her wiha biryara civîna du li ser sêya endamên parlementoyê (dike 220 kes) bo hilbijartina serkomar, bûne sebeb ku niha serkomar (Berhem Salih) li ser posta xwe bimîne.

Back to top button