CivakRojev

Li Elihê girtî hatin îşkence kirin

Navenda Mafên Mirov a Baroya Elihê di daxêyaniyekî de ragihandin ku, 5 kesên binçavkirî hatine îşkecekirin. Baro daxwaz ji berpirsiyara dike ku di derbarê berpirsaran de doz werê vekirin.

Li gora agahdariyan li Timok a navçeya Elihê hezên ewlehiyê ser çand malan de girtine û 15 kes binçav kirine û ji wan 5 kes girtine û îşkence li wan hatine kirin.

Navenda Mafên Mirov a Baroya Êlihê derbarê bûyerê de daxuyaniyek da û dibêje li beramberî kesên desteserkirî kiryarên xirab û îşkence hatiye kirin.

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Li gor agahiyên gehiştine navenda me 5 kesên ku 31ê Adara 2022ê ji aliyê Fermandariya Cendirmeyan ve hatine desteserkirin rûbirûyê kiryarên xirab û îşkencê bûne. Daxwaza me ya hevdîtinê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve nehatiye qebûlkirin û vê yekê ev îdîa piştrast kirine. Wek navend em dê vê bûyerê bişopînin û derbarê kesên berpirsiyar de karê yasayî bidin destpêkirin.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hem di dema desteserkirinê de û hem jî li girtîgehan bûyerên îşkencê çêdibin û piraniya caran ser wan bûyeran tê girtin û lêpirsîn nayê kirin. Lewra rêxistinên mafên mirov daxwaz dikin kiryarên wiha bên zelal kirin û kesên îşkence yan kiryarên xirab dikin bên cezakirin.

Back to top button