CîhanRojev

Peyama bi helkefta hatina meha Remezanê

Hatina meha Remezana pîroz li tevaya misilmanan li Kurdistan, Îraq û cîhanê pîroz dikim. Ez hêvîdar im ku ev meha pîroz xêr, xweşî û bexteweriyê bi xwe ra bîne û aştî û seqamgîrî perên xwe bi ser mirovatiyê  da bikêşe.

Da em hemû bi hevra wate û waneyên birojûbûn û meha pîroz ya Remezanê, bikîn hêvênê bihevrabûn, biratî, lêborîn û zêdetir bicihkirina buhayên mirovahî û aştbûnê. Xwedaperistî û rojûyên hemŷan qebûl bin  û Xwedayê mezin hemû aliyan biparêze.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê.

2022.04.01

Back to top button