Serok Barzanî di peyamekê de meha Remezanê li misilmanên Kurdistan û Iraq û cîhanê pîroz dike û radigihîne; ji xwedayê mezin hêvîdar im hatina vê meha pîroz ji bo hemû aliyek bibê cihê xêr û bereketê
Peyama Serok Barzanî wiha ye:
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Bi hekefta hatina meha pîroz a Remezanê pîrozbahiyê li hemû misilmanên Kurdistan û Iraq û cîhanê dikim.
Ji Xwedayê mezin hêvîdar im nimêj û rojî û lavayên hemûyan qebûl bike û hatina vê meha pîroz ji bo hemû aliyek bibe cihê xêr û bereketê.
Mesûd Barzanî
29ê Şe’bana 1443 Koçî
1ê Nîsana 2022 Zayînî