Polîtîk

The National: Li warê neftê da Kurdistan bûye lîstîkvaneke baş yê herêmê

Malpera The National: Li sektora berhemanîna neftê da Herêma Kurdistanê bûye lîstîkvaneke baş yê herêmê

Ajansa nûçeyî ya The National ya Îmaratî, di derbarê şandina nefta Herêma Kurdistanê de dinivîse, rêkkeftina di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiye li ser pirsa şandina nefta Herêma Kurdistanê ya Tirkiye û bazarên cîhanê, ne cihê balkêşiye ku her dû alî li ser wê pirsê rêkketine, ji ber ku başûrê Iraqê li ruyê siyasî û aboriyê ve her wiha bingeha aborî jî hengav bi hengav berev paşve vedigerê, lê belê li derxistina neft û şandina wê ya derve de Herêma Kurdistanê bûye lîstikvaneke cîhanî.

Li rapora ku doh li ser malpera ajansê de hatiye belavkirin, The National behsa temambûna boriya neftî ya Herêma Kurdistanê dike û dibêje ku xalekî girîngê pêşketina sektora neft û çavkaniyên xwezayiyên Herêma Kurdistanê, ji ber ku ew borî rojane 300 hezar bermîl neft ji bo bendera cîhanê ve vediguhezê, li sala 2019 li rojek de dibe dû milyon bermîl û ew jî gelek ji wê yekê bilindtir dibe.

li gor rapora wê ajansê Kurd bi wêrane peywendî li gel wê pirsê de kiriye, guh nedaye zextên Bexda û boriya neftiya xwe temam kiriye. Heman demî de dinivîse: “Li gor destûra Iraqê, Kurd mafê wergirtina ji sedî 17 budçeya giştî ya Iraqê heye”. 

Back to top button